Hûrgiliyên peymana di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de
Kurdistan 07:29 PM - 2025-07-17
PUKMEDIA
Herêma Kurdistan û Bexda
Civata Wezîran ya Êraqê naveroka peymana di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de belav kir ku îro di civîna xwe ya ne asayî de pesend kir.
Nivîsgeha Ragihandina ya Civata Wezîrên Êraqê di
daxuyaniyekê de got:Îro Civata Wezîrên Êraqê li ser hinardekirina petrolê û
şandina mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê çend biryar derxistiye.
Herêma Kurdistanê dê rojane 230 hezar bermîl radest bike.
Di daxuyaniyê de tê gotin:Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê
hemû petrola ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin, ji bo hinardekirinê tavilê
radestî kompaniya bi bazirkirina Petrolê (SOMO) bike,li gorî yasaya
sererastkirina budçeyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo her bermîlekî 16 Dolar
bide, bi mercê ku birê wergirtî ji 230 hezar bermîlan di rojê de kêmtir
nebe, û eger birê hilberînê zêde bibe, ew ê bi riya komîteyek hevbeş ya her du
hikûmetan li birê heyî were zêdekirin, her weha eger ji ber her sedemekê
hinardekirina petrolê raweste, tevahiya wê birê dê ji Wezareta Petrolê ya
Federal re were vegerandin.
Hevdem girêdayî pêdiviyên navxwe yê birê petrol, Civata
Wezîran got:Li gorî raportê, Herêma Kurdistanê niha rojane 280 hezar bermîl
petrol hildiberîne, ji vê birê, 50 hezar bermîl dê ji bo xerckirina
navxweyî were bikar anîn û 230 hezar bermîlên mayî dê radestî Êraqê werin kirin,her
zêdebûnek jî dê di pêşerojê de radestî SOMO were kirin.
50 hezarbermîl xerckirina navxweyî yê herêmê ye
Her weha aşkere kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê
lêçûna hilberîn û veguhestina 50 hezar bermîl petrol di rojekê de ji bo
xerckirina navxweyî hilgire ser xwe, piştî kêmkirina lêçûnên hilberîn,
veguhastin û palavtinê, pereyê mayî dê ji bo xezîneya federal bê vegerandin.
Girêdayî dahatên ne petrol ê yên herêmê jî Civata Wezîran
ya Êraqê ragihand ku hikûmeta herêmê dê 120 milyar dînar ji dahata ne petrolê
ya meha Gulanê radestî Wezareta Darayî ya Federal bike û tîmek ji
Wezareta Darayî ya Federal û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal, bi hemahengiya
Wezareta Darayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya herêmê, ew ê dahatên ne petrolê
dabeş bikin û kontrol bikin û para hikûmeta federal ji bo Gulana 2025 an diyar
bikin, tîm dê di nav du hefteyan de raportekê pêşkêşî Civata Wezîran ya Federal
bike bo biryardanê.
Di nav sê mehan biryar li ser bankkirina mûçeyan dê bê dayîn
Derbarê bi bankkirina mûçeyên fermanberên herêmê di daxuyaniyê
de hatiye: Ji bo bankkirina mûçeyên fermabnerên Herêma Kurdistanê, komîteyek
hevbeş dê di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de were
avakirin,di daxuyaniyê de tê gotin: Komîteyek hevbeş dê di nav sê heyvan de dê karê
xwe temam bike, û piştî wê mûçe dê bi lez û bez werin şandin.
Her li gorî
rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Êraqê de tîmek ji
Wezareta Darayî ya Êraqê û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal, bi hemahengiya
Wezareta Darayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê dê birê xerciyên
rastîn yên zêde diyar bike,û tîm dê di nav du hefteyan de raportekê pêşkêşî Civata
Wezîrên Êraqê bike.
Êraq dê mûçeya meha Gulanê bişîne
Di dawiyê de aşkere kiriye ku,Wezareta Darayî ya Êraqê dê
mûçeya heyva Gulanê ya fermaberên Herêma Kurdistanê wekî xalek e destpêkê ji bo
bicîhanîna peymanê bişîne, û piştre SOMO dê rojane 230 hezar bermîlên petrolê
ji bendera cîhanê bişîne ku ew dişîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

