Enfal, Cih gurîna bi zorê û erebkirinê rê li ber têkoşîna Kurdan negirt

Kurdistan 09:39 AM - 2025-05-11
Kesûkarên Enfalan PUKMEDIA

Kesûkarên Enfalan

Enfal

Enfal yek ji mezintirîn tawanên ku rêjîma Beisê di heşt qonaxan de li dijî neteweya Kurd pêk aniye ye.Ew pêvajoyeke plansazkirî bû ji bo tunekirina nasnameya neteweyî ya Kurd û hemû şûnwarên aborî, civakî û mirovî yên civaka Kurd bû.

Qonaxa yekem a Enfalê:

Enfala Dola Cafayetî: Di roja 23’yê Sibatê 1988’an de dibin rêvebertiya wezirê wê demê yê parastina Iraqê Sultan Haşim, bi beşdarbuna tûgay 20 û 60’an êriş ji aliyê rejîma Baas ve destpêkirin. Di qonaxa êrişkirinê li ser gundên Sergelu, Bergulî , Dola Cafayetî, Navçeya Bingirde ya rojhilatê bendava Dukan û bajarokê Dukan, bajarê Silêmaniyê, navçeya Mawet û Çuwartaş hatin girtin. Di van êrişên nû yê beşê dijwar de gelek navçe hatin wêrankirin û talankirin.
Qonaxa yekem heya 19’ê Adara 1988’an berdewam kir. Armanca sereke tinekirin û talankirin 20-30 gundên Dola Cafayetî û dagirkirin baregehên hêzên pêşmergan li van navçeyan bûn. Ev pêl ber bi sînorên navçeyên Sirdaş, Dûkan, Serçinar, Qelaçiwalin û Çiwartî hatin girtin.
Gelek ji van gelê herêmê berbi Îranê û gelek ji ber bi bajarê Silêmaniyê ve penaber bûn.

Qonaxa duyem:

Di 22’yê Adara 1988’an de qonaxa duyem ya pêlên enfalê li navçeyên Qeredaxî, navçeya Tekiye, Silêmaniyê, Segrime,Derbendibaser, Qupî Qerax û çend cihên din li ber vê pêla qonaxa duyem ket. Bi giştî gund û navendên van navçeyan hatin girtin.
Destpêka êrîşan li ser çend cihên strateji bi êrîşên kîmyamî hatin destpêkirn û gelek giran bû. Ev ji carekî din ji gelê navçeyê penaber bibe û beşa ku berbi Silêmaniyê ve çuyî ziyana wan kêmbû. Lê ew gelê berbi Herêma Germiyan ve penaber buyîn gelek ji wan hatin girtin û piştre hatin windakirin.
Qonaxa duyem ya enfalê heya 1’ê Nisana 1988’an berdewam kir. Ew gelê ku çuyin zêdetirê wan hatin girtin, ji bû qada leşkerî şandin ku nêzîkî 8 hezar kes ji jin, zarok, kal û ciwan hemu birin li cem qada leşkerî (Tubzawe) ya nêzîkî Kerkûkê. Ew ciwanê di nav gelde cuda kirin û ber bi cihên ne diyar ve birin û windakirin, kesên ku mayîn jin, zarok û keçên ciwan xistin zindana lê pîremêr û pîrejin ew ji birin çola Semawe (Nugreselman) . Ji wan hejmare zêde ji birsîtî, bê avî û ji nexweşiyan mirin û termê wan di avêtin ji derveyî zindanê.

Qonaxa sêyem:

Qonaxa sêyem ya pêla enfalan di 7’ê Nisana 1988’an sê navçeyên Germiyan destpêkir. Ev qonax, qonaxa êrişên herî berfireh, mezin û êrîşên herî dijwar yên li ser gelê Kurd bûn di wê salê de. Li navçeya Xurmatû, Qadirkerem, Kifrî, Çemçemal, Têlekû, Pêbaz, Sengaw, Tekiye û beşek ji navçeyên Axceler destpêkir.
Ev qonax heya 20’ê Nîsana 1988’an berdewam kir, zerer û ziyanên mezin di aliyê madi û manewî de giha gel û 5 hezar gundên herêmê. Di 14’ê Nîsana 1988’an 4 navçe bi hevre hatin wêrankirin, nêzîkî 20 hezar jin, zarok û zelam ji aliyê hêzên Baasê ve hatin girtin. Ev roj wekî rojekî herî bi êş ya wê salêye û hemû salana ji wê rojê weke bibîranîna sûçê enfalê li Başûrê Kurdistanê ye.

Qonaxa çarem:

Ev qonax ji 8’ê Nîsanê heya 3’ê Adara 1988’an berdewam kir. Rejima Baas piştî sûçê di qonaxa sêyem de kirîn, hejmara zêde kes qurbanî û bê cih kirine. Her wiha êrîş berdewam bûn li ser navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, di vê qonaxê de navçeyên wekî Rêdar, Axcelar, Teqteq, Deştî Koyê û çend gundên Germıyan Esker, Guptepey despêkir.
Destpêka êrîşan kimyawî di 3’yê Adara 1988’an li ser gundê Guptepe destpêkir. Qurbaniyê li vî gundî nêzîkî 300 kesan bu. Herwiha gundê Esker ji bû hedefa bombayên kimyamî û rê li ber derbazbûna xwecihên gundên Gulptepe, Eskender û heyderbeg ji aliyê rejîma Êraqê ve herdem dibu hedefa sûç kirinê û gelê herêmê ne kidarî bi şêwekeyî biçûk ji tevger bike.

Qonaxa pêncem, şeşem û heftem:
Qonaxa pêncem, şeşem û heftem ye pêlên enfalê li navçeyên Rawanduz, navçeya Xelifan, Xuşnaw, navçeya Dulî Balsysan , Dulî Melekan, Dula Wertê, Dulî Hiran , Simaqelê destpê kirin. Destpêka êrişan di ji 15’ê Nîsanê heya 26’ê Tebaxa 1988’an dewam kir, balefirên şer yê rejima Êraqê dest bi kimyabaran gundên Nazenin, Kamusk, Sipîndare, Elilwe û Simaqulî bun hedef û jimarek zêde gelê hatin qetilkin û gelek lawir ji telef bûn.
Sûçê ku rejima Êraqê li ser navçeyên Dola Balyisan kir di destpêka êrîşan de ziyanek mezin li welatiyên herêmê kir. Ji berku zêdetir ew navçeyên li ser parêzgeha Hewlêrê hatibûn valekirin û gelê wê hatibûn veguhestin. Ziyan herî mezin li navçeya gundên Biley ket, gel cihê xwe ji bir kir.

Qonaxa heştem û qonaxa dawî ya enfalê:

Qonaxa dawî ya enfala li navçeyên Behdînan destpêkir, di 25’ê Tebaxê heya 2’yê Îlona 1988’ê berdewam kir. Piştî rawestîna şerê Êraq û Êranê artêşa Iraqê dest bi pêlên enfalan kir li navçeyên Behdînan. Qonaxa dawî ya enfalê li navçeya Zaxo, Amêdiyê, Şêxan û Akrê destpê kir. Destpêkê artêşa Iraqê bi bombarana êrîş kir pişt re ji bi fizeyên kîmyawî bombabaran kir. Êrîşa herî giran di 24’ê Tebaxê ya li ser gundên Sipîndarê, Qedpalê li çiyayê Gare ye bi dirêjiya 30 kîlometre navçeyan bombabaran kir. Lê rexmê ewqas bombabaran ji jimara qurbaniyan kêm bû, ev ji ew ku hêzên pêşmerge li herêmê amadekari xwe parastinê kiribûn. Belê hemû lawirên welatiyan telef bûn, bîrênwan ên avê jî zûwa bûn.

Herçend berpirsiyarê sereke yê Enfal’ê, fermandarê artêşa Baas Hesen Elî Mecîd, piştî li danişînên nixumandî yên dadgehên Iraqê hat darezandin û di sala 2010’an de hat daleqandin jî, hevkarên wî yên tawanbar yên navnetewî, hîn jî bi temamî derneketine holê.
Di encama enfalê de 182 hezar kes şehîd bûn ku birîbûn navenda Êraqê û başûrê Êraqê. Di 300 goran de bi saxî hatin qetilkirin. Tevî li ser rêveberiya Herêma Kurdistanê re 32 sal derbas dibe jî heta niha 3 hezar û 737 cenaze vegerandîne warên wan. Hîn nêzî 179 hezar cenaze nehatine vegerandin.

Di 14’ê Nîsana 2014’an de ji aliyê Parlamentoya Êraqê ve enfal weke jenosîd hate naskirin, lê hîn ji aliyê civaka navneteweyî ve weke jenosîd nehatiye pejirandin.
Tevî 35 sal bi ser komkujiyê re derbas bûne, hîn cenazeyên qurbaniyan li çolên Êraqê mane. Tawanbarên enfalê ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê tên parastin û wezîfedar kirin. Naskirina enfal weke jenosîd hîn di xala destpêkê de ye. Rojane xizmên qurbaniyan dadikevin kolanan û dixwazin nasnameya qurbaniyên Enfalê werin diyarkirin. Îsal li Germiyan xizmên qurbaniyên Efnalê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ewê nehêlin ti partî û hizbek tevlî merasîma bîranînê bibin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket