Mehmûd Osman: 400 milyar dînar li Serjimêriya Êraqê diçe

Kurdistan 02:07 PM - 2024-11-18
Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimêriya Giştî ya rûniştvanên Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman  PUKMEDIA

Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimêriya Giştî ya rûniştvanên Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman

Madê 140

Encamdana serjimartinê ji bo Kurdan pir girînge, rêveberê Giştî yê Serjimêriya Herêma Kurdistanê dibêje, ji bilî diyarkirina bûdceya Herêma Kurdistanê, dikare kurdbûna navçeyên nakok jî îsbat bike. Rêveberê cîbicîkerê serjimêriya giştî yê rûniştvanên herêmê dibêje: Hikûmeta Êraqê zêdetir ji 400 milyar dînar bo vê piroseya giring terxan kiriye. Û got jî: Di vê pêvajoya serjimêrî de beşdariya çalak a Kurdan gelekî girîng e.

Serjimêrî bo geşepêdana welat e

 

Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimêriya Giştî ya rûniştvanên Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand: Di heyama 20 salên borî de çendîn hewl bo pêkanîna serjimêriya giştî li Êraqê hatine kirin, lê her carê ji ber destêwerdanên siyasî û rewşa Êraqê hatiye paşxistin, heta ku Dadgeha Federal di dawiyê de biryara serjimartinê da, di du salên borî de hewldan zêde bûn. Li gorî biryara Dadgeha Federalî, encamên vê serjimartinê ji bo çareserkirina pirsgirêkan nayê bikaranîn, lê çend armancên wê hene, di nav wan de nifûsa parêzgehan, texmînkirina bûdceya parêzgehê û hejmara kursiyên parlamentoyê, di heman demê de dê ti ziyanek negihe maddeya 140.
Serjimêr ji bo ti mebest siyasî nayê bikaranîn

Ragihand jî ku: Li gor biryarên Serokatiya Encumena Wezîran û Dadgeha Bilind a Federalî û yasaya jimare 40 ya Encûmena Nûnerên Êraqê ku taybete bi serjimêriya giştî ve hatiye derxistin, biryar hatiye dayîn ku nabe serjimêrî ji bo ti armanceke siyasî were bikaranîn, lê çend armanc hene, ji wan hejmara rastî ya parêzgehan, texmînkirina bûdceya parêzgehan û hejmara kursiyan bo parlemanê ye, yanê ji bo plansazkirin û geşepêdanê ye û ew zirarê nade maddeya 140.

Derbarê Qadên Xala 140’î de Ti Fikar nîne

Rêvebirê Cîbicîkar ê Serjimêriya Giştî li Herêma Kurdistanê tekezî li ser giringiya beşdariyê kir û ragihand: “Pêwîste welatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên nakok di serjimêrî de beşdar bibin û bersiva 70 pirsên ku ji wan re hatine kirin, bidin û her pirs ji bo armancek taybetî xizmetê dike."

Her wiha diyar kir ku li ser mijarên madeya 140 a Destûra Bingehîn, nîgeraniyên li ser mijarên maddeya 140’an hatine çareserkirin û wiha got: “Wezareta pilandananê ya Herêma Kurdistanê ev dilgiraniya xwe ji Serokkomarê Iraqê û Serokwezîrê Iraqê re anî ziman. Di encamê de Encumena Wezîran a Iraqê biryar da ku encamên serjimêriyê yên navçeyên cihê nakokiyê ranegihîne heta ku ew bi serjimêriya nifûsê ya sala 1957an re bên berhevkirin.

Ji bo Serjimariyê 400 Milyar Dînar hatiye veqetandin

Birêz Osman eşkere kir ku zêdetirî 400 milyar dînar ji bo serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan li seranserê Iraqê hatiye terxankirin. Di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku prosesa han li Herêma Kurdistanê bi aramî birêve diçe û daxwaz ji welatiyan kir ku, bi taybetî rojên 20 û 21ê Mijdarê li malên xwe de bimînin û hewlên tîmên serjimêriyê hêsan bikin. Osman bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û da zanîn ku serjimêriya zanistî ya rast ji bo Herêma Kurdistanê jiyanî ye.

Serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan a sala 2024an yekem car e ku ji sala 1997an ve li Iraqê tê kirin, ku di 20 û 21ê Mijdarê de pêk tê. Zêdetirî 120,000 karmendên serjimêriyê beşdar dibin, ku li hemû deverên Iraqê hatine belavkirin, û ji her malbatekê zêdetirî 70 pirsan dipirsin.

Yekem serjimêriya Iraqê piştî 27 salan

Serjimêriya dahatû ya Iraqê piştî 27 salan yekem serjimêrî ye. Xala 11-ê ya Qanûna Amar û Pergalên Agahdariya Erdnîgarî ya sala 2023-an her 10 salan carekê serjimartina nifûs û xaniyan ferz dike.
Dîroka serjimêriya Iraqê vedigere sala 1920-an, ku di bin rêveberiya Brîtanyayê de hat kirin, li dûv serjimêriya sala 1927-an, ku piştre ji ber xeletiyên girîng hat betalkirin. Serjimarên paşîn di 1934 de ji bo mebestên hilbijartinê, 1947, û 1957, ku bû serjimara paşîn a serdema qraliyetê. Di bin komarê de serjimartin di salên 1965, 1977, 1987 û herî dawî jî di sala 1997 de hatin kirin.

Serjimêriya 2024-an wekî destpêşxeriya pêşkeftinek girîng, nûvekirina daneyên demografîk û nîşaneyên xizaniyê tê hesibandin. Pêkanîna wê ji bo plansazkirin û rêveberiya paşeroja Iraqê girîng tê dîtin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket