Partiya Demokrat a Pêşkeftîxwez ya Kurd li Sûriyê salvegera damezrandina xwe pîroz dike

Kurdistan 11:00 AM - 2024-06-14
Logoya partiya Pêşkeftîxwez a kurd li Sûriyê PUKMEDIA

Logoya partiya Pêşkeftîxwez a kurd li Sûriyê

Îro Înê 14/6/2024 (Partiya Demokrat a Pêşkeftîxwez ya Kurd li Sûriyê) li hola Tewar a bajarê Silêmaniyê, bi boneya (67) salvegera damezrandina xwe merasîmekê lidardixe.

Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Nûneratiya Partiyê li Herêma Kurdistanê Elî Şemdîn ji PUKMEDIA re ragihand; Partiya me şêst û heft sal berê di 14ê Hezîrana 1957an de bi piştevaniya Serok Mam Celal û çend çalakvanên Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin.

Ji dema damezrandina Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, hertim pêwendiyeke wî ya kûr û bihêz bi Serok Mam Celal re hebûye. Ev pêwendî bû bingeh ji bo piştgiriya partiya me li Şamê di avakirina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê.

Her weha têkilî li ser esasê rêya Serok Mam Celal û Hemîd Derwîş di hemû qonaxên têkoşînê de xurt bûne.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket