Dest bi wergirtina genimê cotkaranê Kurdistanê
Kurdistan 12:26 PM - 2024-06-18
PUKMEDIA
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê
Dest bi wergirtina genim li parêzgehên Herêma Kurdistanê hate kirin, Rêveberê Rêveberiya Bazirganiya Genim a Silêmaniyê ragihand,bo her tonek wê 850 hezar dînar ji cotkaran re were dayîn û got: "Em çaverê dikin ku hikûmeta Iraqê 20 milyar dînarên din ji me re bişîne da ku proseya wergirtina genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê berdewam bike."
Ji bo wergirtina genim ji cotkaran 6 milyar dînar wek pêşanî hat şandin
Rêvebera Rêveberiya Bazirganiya Genim a Silêmaniyê Nesrîn Ehmed ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: “Îro komkirina genim ji cotkarên sê parêzgehên Herêma Kurdistanê dest pê kir, nêzîkî 45 hezar ton cotkar ji parêzgeha Silêmaniyê wergirtine û 282 hezar û 660 ton ji parêzgeha Silêmaniyê re hatiye terxankirin.
“Beriya Cejna Qurbanê, hikûmeta Iraqê 6 milyar dînar wek pêşdaçûyî ji cotkarên Herêma Kurdistanê re şand, ji wan 3 milyar ji bo parêzgeha Silêmaniyê û 3 milyar dînar jî bo parêzgeha Hewlêr û Duhokê wek çek ji cotkarên Herêma Kurdistanê re şand.’’Nesrîn Ehmed got.
Li herêmê nêzî 2 milyon ton genim hatiye hilberandin
Li gorî PUKMEDIA, îsal berhemanîna genim li Herêma Kurdistana dê bigihêje zêdetirî 2 milyon ton, ji ber ku rûbera 2.9 milyon donim zevî bi genim hatiye çandin, lê sala borî hikûmeta Iraqê 500 hezar ton genim wergirtibû.
Par Hikûmeta Îraqê 500 hezar tonên genimê cotyarên Herêma Kurdistanê wergirtin, ji bo îsal 700 hezar tonan werdigire, yanî tenê 200 hezar tonan zêdetir werdigire. Piştî wê hemî bizav û tekoşîna cotyaran, zirareke zêde digehe wan.
Ji bo kirîna genim ji cotkarên Kurdistanê pêwîstî bi 1.7 trîlyon dînar heye
Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di çarçoveya serdana xwe ya li gel şandeke pê re bo Bexdayê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Di salên borî de hikûmeta Iraqê rêjeyek 300 hezar ton genim ji cotkaran diyar kiribû, her çend ji ber bilindbûna berhemanîna genim rêjeyek zêde bû, lê îsal em daxwaz dikin ku ew rêje neyê diyarkirin.
Endamê Lijneya Çandiniyê ya Parlamentoya Iraqê Xerîb Ehmed ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:’’Hikûmeta Iraqê biryar daye ku bi heman şêweyî bi cotkaran re reftar bike û cudahiyê neke, lewma em qebûl nakin rêjeyek kêmtir ji bo Herêma Kurdistanê li gorî parêzgehên din ên Iraqê, ku par 350-500 hezar ton genim ji cotyaran wergirtine. Xerîb Ehmed got ku divê rêjeya wergirtina genim vekirî be yan wek parêzgehên din ên Iraqê be.’’
Hikûmeta Iraqê dê 5.95 trîlyon dînar ji bo kirîna genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê dabîn bike, li hember wê yekê 7 milyon ton genim bide, ku 2 milyon ton jî ji Herêma Kurdistanê re.
Tê pêşbînîkirin ku îsal berhemanîna genimê Iraqê bigihêje heft milyon ton, ku dê bikaribe Iraq sînorê xwe têra xwe di warê genim de derbas bike û bişîne derve, ku pêwîstî bi 5.95 trîlyon dînar heye ji bo kirîna genimê hemû cotkarên Herêma Kurdistanê û Iraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

