Serok Bafil peyamên pîrozbahiyê ji serkirdeyên Êraq û Kurdistanê werdigire

YNK 04:13 PM - 2024-06-16
serokê Yekîtî Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

serokê Yekîtî Bafil Celal Talebanî

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê BafIl Celal Talebanî gelek peyamên pîrozbahiyê ji hejmarek berpirsên hikûmetê û serkirdeyên Kurdistan û aliyên siyasî yên Êraqê wergirtin.

Di peyamên cuda de Selahedîn Mihemed Behe Dîn Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Hesen Turan Serokê Eniya Tirkmenên Êraqê, Mistefa Kazimî serokwezîrê berê yê federal, Şêx Xemîs El-Xencer, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Şêx Adhem Barzanî û Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî û serokê Hevpeyamniya Ezim Mesna pîrozbahiyên germ li serok Bafil kirin.

Ji bilî pîrozkirina Cejna Qurbanê, serkirdeyên partiyan û berpirsên hikûmetê hêviya xwe anîn ziman ku ev cejin xêr û xweşîyê ji gelê me re bîne, ewlekarî û aramî li seranserê welatê me serdest be û bibe rêgryrk ji bo têgihîştina di navbera aliyên siyasî de. Em Cejna Remezanê bikin firsend ji bo xurtkirina ruhê biratî û pêkvejiyana gelên Êraqê.


PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket