Serokê Komîteya Jinûveavakirinê: Sermayedarên Kurd diçin

Kurdistan 07:20 PM - 2022-12-21

Parlamenterekî din ê Kurdistanê dibêje metirsiya li ser  sermayedarên Hewlêrê eşkere dike û got “Gelek sermayedarên Kurd diçin Bexda û bajarên din Êraqê û Welatên derva.Parlamenterekî Kurdistanê li ser navê Gorranê got: “Karsazên Hewlêrê  ji bajêr derdikevin û berê xwe didin Bexdayê bo  veberhênan diçin.“Belge hene ku veberhênana li Hewlêrê ber bi Bexdayê ve diçe.

Sermayedarên Hewlêrê koç dikin
Seroka Komîteya Avakirin û Veberhênanê Rêheval Mele Star rapora berê ya malpera PUKMEDIA piştrast kir û got: “Hejmarek mezin ji sermayedaran li Hewlêrê çûne Bexda û bajarên din ên Iraqê.”
“Guherandina yasaya sermayeguzariyê yek ji wan pirsgirêkan e ku sermayedar pereyên xwe ji herêmê vedikişîne ji Kurdistanê û derdixin derve  ji bo vebêrhênan” Rêheval Mele Star dibêje.
Partî li Hewlêrê sermayedaran derdixe
PUKMEDIA bo yekem car raportek li ser metirsiya sermayeguzarî û reva sermayedaran ji paytexta Herêma Kurdistanê ber bi bajarên navend û jêr ên Êraqê ve belav kir.
Parlamenterekî Gorranê belgeyên pêwîst di vê derbarê de  ji kom kirine û wê bide Parlemana Kurdistanê.
Parlamenterê Fraksiyona Gorranê ya Parlamena Kurdistanê Yasîn Xezr ku serokê lîjneya avadaniyê ye  berî niha ji   PUKMEDYA malpera fermî ya YNKê re gotibû ‘’Sermayedarên Kurd diçin,li ber siyaset û serdestiya desthilata partiyan li ser yasayê, karsazên Hewlêrê ji bajêr derdikevin û ji bo veberhênanê diçin Bexdayê, ku gelek mînak gel min hene.
"Veberhênerên li Hewlêrê  re pere  nayên dayîn û heqaret li wan tê kirin her wiha dûr niye pere jî bi zor lê warine standin. Ev jî sedemeke diyar e ku bi sedan sermayedar ji Hewlêrê derdikevin û diçin Bexdayê ji ber ku di wê baweriyê de ne ku li wir dê zêdetir bên parastin û mafên wan bên parastin." Parlamentera Kurdistanê ji fraksiyona Gorranê got.
Veberhêner li hewlekariya  jiyana xwe dilniya nînin
Parlamenterê Fraksiyona Gorran ji PUKMEDIA re got: “Gava ku serweriya qanûnê nebe, mirov ji jiyana xwe ne bawer in. Serwerî namîne ku dema  mala cîgirê serokwezîr li Hewlêrê tê dorpêçkirin, karsaz û feqîr dikarin çi bawer bikin ku bi awayekî aştiyane sermayeguzarî li Hewlêrê bikin? Ji ber vê yekê li Hewlêrê kes xwediyê tiştekî nîne.
Veberhêner pere dibine derve
“Gelek belge û navên dewlemendên min hene ku reviyane Bexda û derve û bi pereyekî mezin pasaportên Domînîkî kirine.Mal û milkên xwe firotibûn û diçin, sermayedarên Hewlêrê ji jiyana xwe ne bawer in û diçin, ev rewş pêwîstî bi reformeke rasteqîne heye, ne tenê slogan û gotinê bê kirin.”perlemantarê  Gorran got.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket