Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin

Kurdistan 05:23 PM - 2024-05-10
Konferansek li ser vegera penaberan PUKMEDIA

Konferansek li ser vegera penaberan

PDKê û Penaber

Yekemîn konferansa Wezareta Koç û Koçberan a derbarê vegera penaberan de li Silêmaniyê tê lidarxistin,ev di demeki de  li Hewlêr û Duhokê jî ti asankarî ji bo vegera penaberan nine. Wezîrê Koç û Koçberan got: “Li Hewlêr û Duhokê pêşiya me tê girtin.’’

Armanca konferansa ku nûnerê Wezareta Koç û Koçberan û nûnerê wezaretê tê de beşdar dibin, vegerandina penaberan bo malên xwe ye, ku nêzîkî  1200 malbat li kampa Aştî ya Erbetê dijîn û ji bo her malbateke vegere  dê 4 milyon û 500 hezar dînar were dayîn.

Wezîrê Koç û Koçberan gilî kir

Wezîrê Koç û Koçberan Îvan Jabro ji ber nehiştina vegera penaberên Duhok û Hewlêrê bo cîh û ware  xwe doz li serokwezîr û wezîrê navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdistanê vekir.

Vegerandina Penaberan , kêmkirina barê wan , girtina kampan û vegera xwebexş a penaberan di dema xwe de li gorî biryarên Encûmena Wezîrên Iraqê di sala 2023an de.

Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê di civîneke çapemeniyê de got:"Li Herêma Kurdistanê li kampên penaberan rê li min hat girtin. Daxwaz ji min dikin ku giliyê xwe ji Dadgeha Federalî paşve bikşînim, lê ez wê nakim."

 

Jabro dibêje: “Em li hember nameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku vegera penaberên li kampên Duhokê bi cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ve girê dide, matmayî man û red dikin.

Civata wezîrên Îraqê biryar da ku roja 30-6-2024 bibe dema dawî ya vegera hemû penaberên li kampên herêma Kurdistanê.Lê ji ber azmûnên dawîn ên pola 12, dema vegera penaberan ji bo 30-7-2 hat paşxistin.


PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket