Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
Kurdistan 06:33 PM - 2024-05-11
Ofîsa Ragihandinê ya Serok Bafil
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Washingtonê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Karûbarên Binesaziya Cîhanî û Asayişa Enerjiyê Amos Hochstein û Rêveberê Ofîsa Karûbarên Iraqê li Wezareta Derve ya Amerîkayê Steve Bittner kir.
Di civînên ku bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl Berpirsê Buroya Peywendiyên Derve hat lidarxistin, pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Serok Bafil: Herêma Kurdistanê xwediyê jêrxaneyeke bihêz e
Serok Bafil Celal Talebanî rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û sektora enerjiyê şîrove kir û got: ‘’Herêma Kurdistanê xwediyê jêrxaneyeke bihêz a gazê ye û divê bi berpirsyarî tevbigerin gel wê, pêwîste ev sektor bi stratejiyeke nû û niştimanî were pêşxistin û jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê bihêztir bike, dahata wê di xizmeta gel û bexteweriya herêma me de be, ev armanc e ku em hewl didin bi dest bixin û em dixwazin bi cih bînin û ber bi dewlemendî û refahê ve biçin.”
YNK razî ye ku bi destûrê welat birêve bibe
Hevdem li Waşingtonê, Serok Bafil Celal Talebanî bi Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve re maseya dorveger li dar xist.Di civînê de Ofîsên Têkoşîna Dijî Terorê, Karûbarên Leşkerî û Siyasî, Demokrasî û Mafên Mirovan û Xebatê, Operasyonên Pevçûn û Îstîqrarê, Îstixbarat û Lêkolînê amade bûn.
Di destpêka vê masê de Serok Bafil bi berferehî behsa bûyer û guhertinên siyasî kir û siyaseta niştimanî ya YNKê weke hêzeke bi bandor û berpirs li hember Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê şirove kir û got:’’Hewldanên me her tim ji bo kûrkirina jiyana hevbeş û bidawîkirina nakokiyan bûne. Me her tim piştgiriya çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan kiriye û em bi şirîkatiyeke rasteqîne di birêvebirina welat de bawer in. Me bi hevkarên xwe yên li Bexdayê re li hev kiriye ku berjewendiyên herî bilind biparêzin û li ser esasê destûr û parastina mafên hemû gelên Iraqê welat birêve bibin.’’
Serok Bafil: Em hemû hewldanên paşxistina hilbijartinan red dikin
Di berdewamiya maseya dorveger de Serok Bafil ji bo beşdaran behsa hilbijartinan û yekxistina hêzên pêşmerge kir û got: “Her kes helwesta me ya derbarê hilbijartinan û pêşxistina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê dizane, piraniya aliyên siyasî yên din hemfikir in û dixwazin di proseya hikûmetê de guhertin bên kirin, em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin û em naxwazin îradeya gel a guhertinê bibe qurbana berjewendiyên taybet.”
Xebatên ji bo birêxistinkirina hêzên Pêşmerge berdewam dikin
Di derbarê pirsa Pêşmerge de jî Serok Bafil got:"Hewldanên ji bo birêxistinkirin û niştimankirina hêzên Pêşmerge berdewam in û emlê bi hêvî ne.Em spasiya piştgirî û alîkariyên hevpeymaniya navdewletî bi taybet Amerîka dikin ku proseyê bileztir kiriye û tekezî li ser berdewamiya hemahengiya leşkerî û istixbaratî bo parastina jiyana xelkê û aramiya navçeyê dikin, ji ber ku metirsiya terorê berdewam e û divê em hemû bi hev re rûbirûyê wê bibin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

