Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
Îraq 11:48 AM - 2024-05-11
Medya Serokatiya Komarê
Xanima Yekem beşdarî konferansa pêşkeftina domdar dibe
Roja Înê 10ê Gulana 2024an, Xanima Yekema Iraqê Şenaz Îbrahîm Ehmed beşdarî konferansa geşepêdana domdar bû ku ji aliyê rêxistina Helem ve di bin diruşmeya (Bi hev re ji bo avakirina jîngeheke ewle ji malbat û zarokan re) hat lidarxistin.
Di konferansê de, Xanima yekem gotarek pêşkêş kir û tê de pesna rola jinên Iraqî, hêz û şiyana wan a li berxwedayînê û bi xîret di şert û mercên şer û aştiyê de bi cih aniye û herwiha behsa mafên jinan û zarokan kir û wan weke pêşerojê bi nav dike.
Xanim Şenaz Ibrahîm Ehmed di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya madeya (57) ya yasaya kesayetî û diyar kir ku guhertinên li ser vê madeyê bandorê li mafê jinê yê xwedîkirina zarokên xwe dike.
Xanima Yekem herwiha tekez kir ku mafên jin û zarokan mafên mirovane û desteserkirina mafên her welatiyekî çi jin, çi kêmîneyên olî, çi kesên kêmendam û yên din, berovajî cewherê civaka me ya piralî û tolerans e. Her kes li hember her pirseke ku mafên destûrî ji hemwelatiyên Iraqî bêpar bike raweste.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

