Li Hewlêr û Duhokê jî zelabûnê wek Silêmaniyê dixwezin

Kurdistan 10:36 AM - 2022-12-20
Şefafiyet li Hewlêr û Duhokê jî tê xwestin

Şefafiyet li Hewlêr û Duhokê jî tê xwestin

Li parêzgehên Hewlêr û Duhokê jî zelabûnê (şefafiyet) wek Silêmaniyê dixwezin.
Li herdu parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê Hewlêr û Duhokê jî daxwaza bicihkirina sîstema zelalbûnê dikin û eger neyê bicihkirin, gumana gendaliyê û dîyarneman û wundabûna dahat û ne şefafiyet di wan herdu parêzgehan de kûrtir dibe.

Parlementerek dibêje bila li Hedwlêrê û Duhok jî bête kirin

 

Her weha di wê barê de, Parlementerek jî dibêje: "Eger projeya şefafiyet li Hewlêr û Duhokê jî neye bi cih kirin, gumana gendaliyê û neman û libuşîdana dahat û ne şefafiyet li herdu parêzgehên din ango Hewlêr û Duhokê kûrtir dibe".

Zelalbûna çavdêriyê

Şefafiyet guhertina kokî ye di hikûmraniyetê de tê encamdan û gendelî tê rakirin û we dike ku welatiyên Herêma Kurdistanê û parlementer jî bikaribin çavdêriya dahatan bikin.

Serko Azad endamê parlemanê Kurdistanê ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA`Yê yê re ragihand: "Şefafiyet (Zelalbûn) projeyeke gelek başe û girînge ji welatiyan û parlemanteran re tako bikaribin bi başî çavdêriya dahatên neftê ya parêzgeha Silêmaniyê bikin.
Ev proje destpêşxeriyeke girînge û xerckirinê bi saziyan dike, li gel wê de jî, deriyeke mezin ber bi nehîştina gendeliyê ve dike".

Xelkê Hewlêr û Duhokê jî mafê xwe hene bizanibin

Projeya zelalbûnê (şefafiyet) ku ji aliyê cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye ragihandin û pêşwaziyeke baş lêhatiye kirin wek pêngava yekem ya dahata neftê di sînorê parêzgeha Silêmaniyê û Helebçeyê de û herd rêvebiriyên Germiyan û Raperîn bi riya malpera Şefafiyetê tê şopandin û her kes dikare bibîne û bizanibe ku rojane dahatên neftê ê li sînorê Silêmaniyê çende û çiqase.

Endamê parlemana Kurdistanê Serko dibêje: "Ev projeye li Hewlêr û Duhok jî nebe wê guman li ser dahat û xerciyetê ew herdu parêzgehan kûrtir dibe, ji ber ku xelkê Hewlêr û Duhokê jî mafê xwe hene wek Silêmaniyê agahdarê dahat û xerckirinê bin".

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket