Wezareta Darayî dest bi dayîna mûçeyên karmendan dike

Aborî 10:50 AM - 2022-08-01

Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemê 01.08.2022ê dest bi dayîna mûçeyên karmendan kir.

Û Wezareta Darayî di daxuyaniyekê de ragihand ku : Îro Duşemê dest bi dayîna mûçeyên karmendan bo meha Tîrmehê hat kirin.
Li gorî nexşerêya dabeşkirina mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Wezareta Darayî ve hatiye ragihandin, yekem wezaret dê mûçeyê werbigre wezareta Tenduristiyê ye, piştre Wezareta Pêşmerge û piştre hemû wezaretan be.
Wezareta Darayî amaje bi wê yekê jî kir, ku proseya dayîna mûçeyên karmendan dê heta 20ê Tebaxa 2022ê berdewam be û bi dayîna mûçeyên Pêşmergeyên xanenişînkirî bi dawî dibe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket