Daxuyaniya Pêşverû Û Yekîtî drbarê êrişa ser Efrînê de
Cînosayd 04:21 PM - 2021-01-21.
Di bîranîna Sêyem de ya dagîrkirina Efrînê Pêşverû Û Yekîtî dagîrkeriya Turkî û operasyonên Turk û Erebkirinê şermezar dikin
DAXUYANÎ
Di dîroka / 20 / 1 / 2018an de çekên ezmanî yên Turkî dest bi tpobarankirina navenda bajarê Efrînê û gund û navçeyên wê kir : ( Bilbilê , Reco , Şiyê , Cindirêsê , Şera , Mabeta ) , Herwiha hêzên dagîrkeriya Turkî û çeteyên xwe bi hemî çekên xwe yên giran bajarê Efrînê dagîrkirin di encamê de bi hezaran pakrewan û birîndar û bi sed hezaran gelê me koçber bû ji ber tpobarankirina beyalî û ezmanî li ser herêmê yê ku hemî zagûnên navdewletî li dîwêr xistin.
Piştî Sê salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rojane rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên Kurd de berdewamin di kiryarên xwe yên ne mirovî de ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , Herwiha girtin , revandin û kuştinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîşan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin ku dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke firehtir li herêmê re were kirin bi armanca cîbicîkirina operasyonên guherîna dîmixrafî li dujî hebûna kurd û nasnameya netewî ya kurdî , Ji her kesî ve xuyaye siyasetên ku dewleta Turkiyê dimeşîne ew siyaseteke pilankiriye ji bo tunekirina gelê kurd û berdewamiya pilanên wê ye ji dagîrkeriya xaka Sûrî re.
Em di Partiya Pêşverû Û Yekîtî de vê bêtar û felaketê bi xemgîniyeke mezin di dermafê êş û azariyên gelê xwe de bi bîrtînin , Herwiha em wan cangoriyên ku di ber xak û rûmeta gelê xwe de canê xwe dane silav dikin û van siyasetên Turk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li dijî kurdên Efrînê dimeşîne em şermezar dikin.
Di heman demê de em bang li civaka navdewletî , Deste û Rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi hemî berpirsyartiya xwe rabin , û fişarê li ser Turkiyê bikin da ku dagîrkeriya xwe li herêmê bi dawî bîne , Û koçberiya bi darê zorê rawestîne , Û peydakirina parastineke pêwîst ji bo vegera gelê kurd li Efrînê û hemû herêmên kurdî yên dagîrkirî.
20 / 1 / 2021
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
(Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
11:48 AM - 2024-05-11 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09 -
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Li hember zilma li ser cotkarên gundê Palkana bêdeng nemînin
10:02 PM - 2024-05-10
Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin
05:23 PM - 2024-05-10
YNKê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên bazara Qeyser a Hewlêrê dike
02:13 PM - 2024-05-10
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 10 milyar e
09:55 AM - 2024-05-10
zortrin xwendraw
-
Li hember zilma li ser cotkarên gundê Palkana bêdeng nemînin
Kurdistan 10:02 PM - 2024-05-10 -
YNKê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên bazara Qeyser a Hewlêrê dike
Kurdistan 02:13 PM - 2024-05-10 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 10 milyar e
Kurdistan 09:55 AM - 2024-05-10 -
Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin
Kurdistan 05:23 PM - 2024-05-10 -
Dadgeha Federal dê 3 giliyên li dijî Kurdistanê guhdarî bike
Kurdistan 11:13 AM - 2024-05-11 -
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
Êraq 11:48 AM - 2024-05-11