Îro Roja Zimanê Dayîk a Cîhanî ye
Nêrîn 11:37 AM - 2026-02-21
Wey rojeke pîroz û
dergihê azadî,aramî,pêşketin û aştiyê be.
Bi vê helkeftinê bo
cenabê we :
Kurtezincîrek ji
qonaxên afrandina tîpên Kurdî.
Hêjano :Dema em behsa
Zimên dikin ,tê bala me , gelo di layê şêweya zimanê devkî de ye , yanî dema
bavkên KURDAN berya (30 000) sal di KURDISTANÊ û MEZOBOTAMIYA de axivîne ? yan mebest jê ew e ji dema ku şehristanî û pê re tîp hatine afirandin, bi
şêweyê nivîskî 3500 sal berya zayinê ye .
Emê di vî babetê
zimanê KURDÎ de ,rahêjine mijara tîpên KURDÎ ,yanî mijara nivîsandinê ,ne ya
axaftina bi lêvkirinê yanî ne yê devkî beriya (30 000) sal ? .
Dîroka zimanê kurdî ji
layê afirandina tîpan ve dirêj e dikeve kûrahiya dema dîroka kurdên GOTÎ de,yên
xwedî rola serek di avakirina şehristaniya Someran de ,yên ku dîroknas dibêjin
wan tîp afirandine ya dema dinivîsandin bi mîxan (Bizamaran) weke ku ew beşek
in ji Sûmeriyan , mîna hemû êl û gelên din ,ên di kevana zêrîn a Mezobotamiyayê
de .
Tîpên ZINDÎ yên
PIRTÛKA REŞ
Ew tîpên KURDÎ di
destpêkê de hatin nîşankirin bi navê tîpên zindî yên tên naskirin bi birayên me
yên ÊZDÎ re , yên pê PIRTÛKA REŞ nivîsandibûn û wilo ta bawermendiya kurdan bi
xudawendê mîtra( Roj)hat, jê re digotin zimanê mîtrayî, lê zimanê kurdî bû
zimanê fermî di dewleta Mîdî de 728an B.Z, li cem Kurd û Faris û pêkhateyên
din.
-Tîpên Avêstayî:
Di dema pêxember
Zerdeşt (S) de zimanê kurdî xwertir û belavtir bû , dema pirtûka wî Avêsta
belav bû di Rohilata navîn û Asyayê de, û wilo jê re di cîhanê de digotin
zimanê avistayî û tîpên wê hatin bi navkirin bi tîpên AVÊSTAYÎ yên ku hijmara
wan(44 ) tîp bûn, lê mixabin ew ziman êşiya li ser destê Sikenderê Mekdonî
,dema Avêsta di şewitand.
Piştî ziman û ola
zerdeştî qelis bû di dema Sikenderê Meqdûnî dem Mislmantî hate Kurdistanê, ol û
zimanê kurdan qelistir bûn, ji ber wan ji SIKEDERÊ MEKDONÎ bihtir qirkirin bi
serê wî zimanê KURDÎ de anîn.
-Tîpên Pêlewanî:
Di dema Sasaniyên ku
koka wan KURD E de, tîpên Pehlewî{Pêlewanî} geş bûn di nav kurdan de.Hijmara
wan 42 tîp bûn, mîna zimanên hebûn di cîhanê de ,ew jî bûbû yê nivîsandin û
Çandê li cem kurdan û “Ehmedê kurê WEHŞIYÊ yê NEBETÎ dibêje :Min (30) pertûk bi
pehlewî dîtin li şamê . Di pirtûka xwe de ya binavê : bîrîbûna bi evîn bo
zanînbûna sembolên pênûsêشوق المستهام في معرفة رموز الأقلام de dibêje: Pirtûkek ji wan li ser çandina dara xurmeyê bû û ya
din li ser avdaniya çandiniyê bû lê mixabin di dema Emewyan de li ser destê
“Ebdil Melikê Mirwanî” Erebkirin bi dijwarî peya bû û yê jê dijwartir “Hecacê
kurê SEQEFΔ bû ku nûnerê Emewiyan bû li Îraqê wî hemû pirtûkên pehlewî
şewitandin û ya xirabtir berpirsiyarê dîwanê yê kurd “Zadan MEROX” kuşt û yekî
Ereb di cihê wî de danî .
Li ser zimanê pehlewî
“M. Mehemed Xinêmî HILAL ” zimanzanê misrî dibêje: Zimanê Pehlewî yê kurdên
kevnar e û wata wê gotinê yanî zimanê çekdarên mêrxasên kevnar û ew romana
HEZAR ŞEV Û ŞEVEK û wilo KELÎLA Û DIMNA cara yekemîn bi wî hatine nivîsandin.
(Ev agahî di pirtûka Erebî ,refê yazdehan yê toreyî de di rûpelê 156 de ye,yên
rêbazên hikûmeta Sûrî ya rêjîma çiwî de bû).
-Piştre tîpên KURDÎ
bûn ên bi navê MASÎ SORATÎ .
Tîpên MASÎ SORATÎ
Bi hatina misilmaniyê
û arîkariya tîpên pehlewî û Masî soratî di nav zimanê Erebên NÎV GIRAVA EREBÎ
de , QUR’ANA PÎROZ hate nivîsandin , û beşek ji kurdên me bi wan tîpan
nivîsandin li BAŞÛR û ROJHLATÊ KURDISTANÊ bi navê tîpên SORANÎ lê ji ber ku
beşê herî mezin ji gelê kurd di BAKURÊ KURDISTANÊ de ye û ew nêzîkî çanda
latînî ye, ew bi tîpên LATÎNÎ dinivîsîne , yên ku mîr CELADET BEDIRXAN bi
arîkariya rohlatnasê FIRENSÎ ROCÊR LISKO afirandine ji (31) tîpî û cara yekemîn
15/5/1932(z) pê kovara Hawarê hat nivîsandin Lewra ew roj biwe CEJNA ZIMANÊ
KURDÎ.
-Girîngiya tîpên
Pêlewanî:
Dîroka tîpên Kurdî yên
resen ê ku îro em ji wan re dibêjin Soranî bihtirî (5000) sal e bi taybet ji
dema tîpên me yê Pêlewanî ve yên dîroka wan bihtir zelal dibe û dirûne wek
bingih ji tîpên Soranî (Kurdî) ,Farisî û Erebî re ji bihtir (2000) sal e Wan
miletan ew tîp birin û pê nivîsandin, lê mixabin me gelê Kurd bi gelmperî me
ser guhên xwe re avêt û me tîpên seydayê Celadet yên berya (90) salekî kirin
bingih. Me xwe ji rayên xwe û ji gencîna çanda xwe ya kevnar qut kir ,lewra me
zirarek mezin gihande kesayeta xwe ya netewî .
Ji aliyê axaftinê ve
Koka zimanê kurdî Arî ye û ew ji malbata Hindo-Ewrupî ye, û çend devok û
zaravên wî jî hene.
Zaravên sereke ev in :
1- kurmanciya jorîn
(weke ya me kurdên Rojava ye)
2- kurmanciya
jêrîn(Soranî)
3- kurmancikî yanî
Dimilkî yanî Zazakî
4- Hewramî
5- Kelhorî
6- Lorî.Hinek zimanzan
dibêjin ku Goranî jî zaravekî kurdî ye û ne devok e .
Îro bêtirî /65/melyon
kesên kurd bi vî zimanî daxivin li kurdistanê, Lê ew hijmar mestir dibe di
cîhanê de Ji sedemên nejadperestî û stemkariyê, ew zimanê ku xwedê çêkiriye û
Rêxistina navnetewî UNISCO dibêje: Zimanê kurdî yê 28ê ye di nav zimanê cîhanê
de û bi zengîniya peyvan ê siyem e di cihanê de ew zimanê giring û xwert kete
bin siha metirsiyê de , ku were asmîlasyonkirin ,yanî helandin lê miletê kurd
li ber xwe da û xwe û zimanê xwe parast.
Di dawî de zimanê me,
nasnameya me ye,û dive em di zimanê xwe de bijîn û wî biparêzin ji ber ku em
weke NETWA KURD pê tên parastin lewra ji me tê xwestin ku em bi erkê xwe rabin
di layê axaftin û nivîsandina bi wî , di hemû deran de, bi taybet di malên xwe
de ji ber ew dibistana yekem e û wilo em guh bidin perwerda Fermî di dibistanan
de jî , ji bona ku ew hêvî û xewnên salên bûrî bicih werin û va bi cih tên,ji
ber zimanê me pêş dikeve wek xwendin û rêzmanî, mîna zimanên hemû miltan lewre
divê em jê re xwe biwestînin bi dilsozî çimkî va roja azadiya gelê me hat û
geya dibin keviran de namîne û nema ,ji ber ku va perwerdeya me li Rojavayê
Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ji R(1) yê seretayî ta zanîngiha bi zimanê me yê
Kurdî ye û di babet û rêzmaniya xwe de pêş dikeve û bi hêvî ne ku li parçên din
jî ew serkeftin pêk were û bi saya tekoşerên me wê li wir jî ,ew serkeftin pêk
werin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22 -
Bi biryara YNKê biryara bi qezakirina Celewle hat ragirtin û vedigere ser Xaneqînê
02:36 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Bi biryara YNKê biryara bi qezakirina Celewle hat ragirtin û vedigere ser Xaneqînê
Kurdistan 02:36 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
Kurdistan; ez wek diya xwe ji te hez dikim
Nêrîn 02:45 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Serokê Eniya Tirkmen:Pêkanîna hikûmetek bi bandor gerantiya aramiyê ye
Kurdistan 02:20 PM - 2026-02-22



Aplîkêşin

