Aştî ne tenê bi dawîkirina şer bi azadî û dadweriyê dibe

Nêrîn 09:18 PM - 2025-09-16
Welîd Hemîd

Welîd Hemîd

Nivîskar: Welîd Hemîd

Gotûbêjêjên li ser Pêvajoya Aştiyê ya demek e dirêj e li Turkiyê hatibû astengkirin û paşdaxistin, lê ji sala 2024an vir ve ji nû ve derketin holê, ku Serok Mam Celal endazyarê rastî yê vê pêvajoya aştiyê ye, ku di salên 1990 an de di danîna hîm û bingehên vê pêvajoyê de Serok Mam Celal rolek e serekî lîstibû, tevî derketina çend astengiyan di çend salên borî de li pêşiya vê pêvajoyê, lê ji sala borî ve, fêkiyên vê pêvajoya aştiyê dîsa berhemdar bûn û vejiayn û derket holê, û bi avakirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li Parlemana Tukiye di heyva Tebax ya borî de, bi serokatiya Numan Kurtulmuş, nasnameya fermî bi dest xistin,û raya giştî vê yekê wekî destpêşxeriyek e nû dibîne ku armanc dike pirsgirêka Kurd çareser bike, tevî navên cûda yên partiyan, hêviyên ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê rêziknameyên cûrbecûr yên yasayî û sazûmanî di warên wekî maf, aştiya civakî, xwedîderketina li nasnameya Kurdî û demokratîkkirina Turkiyê bi tevahî bicih bîne zêde dibin.

Dem û Cihê Rast ji bo Lihevhatinê Piştî Çendîn Salan

Di salên dawiyê de, têgeha "Lihevhatinê" dem bi dem di axaftina siyasetmedarên Turkiyê de ji nû ve derket e hole,lê ew gelek caran ji çarçoveya xwe veqetandî tê yekalîkirin, ku bi tenê xwe dispêre hizrên hestyarî yan olî, lê di wêjeya navneteweyî de, lihevhatin têgeheke kûr e ku veguherînên siyasî û sazûmanî li xwe digire ku riyên ku civakên ku ji pevçûnên mezhebî, neteweperestî û yên din dikişînin vedibêjin daku jiyana xwe ya asayî ji nû ve bidin destpêkirin.

 Lihevhatin ne tenê li ser bêdengkirina çekan çêdibe; ew li ser naskirina ne dadweriyê ya ku ergera derketina tundûtûjiyê ye, ev bi serrastkirina peywendiyên ku ji ber şer û pevçûn û aloziyên kûr ziyan dîtine ku ev bi avakirina civakek ya nû tê bidestxistin, ya ku li vir di metirsiyê de ye ne tenê pirsgirêka aştiyê ya di navbera kesan de ye, ew cûrek ji nû ve avakirina peywendî û jiyanek e rast di navbera dewlet û welatiyên wê yên Kurd de ye,gava yekem di hewldanên lihevhatinê de ew e ku pirsgirêk di vê çarçoveyê de were destnîşankirin daku dermanek ji bo van tevlihevî û nebûna dadweriyê were dîtin.

Li vir, ez cudahiyekê di navbera pênaseya pirsgirêka Kurd bi giştî û pirsgirêka şer û pevçûnên di navbera Partiya Karkerên Kurdisyanê (PKK) de bi taybet dibînim ku ji roja 15ê Tebax ya sala 1984an ve heya dema niha berdewam bûye, pirsgirêka Kurd pirsgirêkek siyasî ya piralî û kûr e ku dîroka wê vedigere berî û piştî damezrandina Komara Turkiyê jî, ne naskirina çand, nasnameya Kurdî û qedexekirina zimanê Kurdî, astengkirina bi karanîna wê di qadên jiyana giştî de, û tepeserkirina çalakiyên çandî yên Kurdî ya sîstematîk in ku mafên giştî yên gelê Kurd paşguh dixe û şiyan û hêza siyasî ya Kurdan tepeser dike,her çend e Kurd di serdema Osmaniyan de bi rêjeyek diyarkirî ya xweseriyê dikarîbûn xwe birêxistin bikin jî, lê di nav mekanîzma dewleta neteweyî ya navendî ya Komara Turkiyê de ew ji hêz û şiyana xwe ya siyasî bêpar man , şiyana wan ya bidestxistina nûnerayetiya siyasî bi rêbazên wekî bendavên hilbijartinê, girtina partiyên opozisyonê bê navber, û bi siyasîkirina dadweriyê bi berdewamî dihatin sînordarkirin.

ev meyl û reftarên nelirê û çewt pirsgirêka Kurd hîna zêdetir tevlîhev kir,lewra di van valahiyan de nakokî berfirehtir bûn, û roj bi roj qad û rûberê şer û pevçûnên jî di navbera aliyên Kurd û Hikûmeta Turkiyê de jî geştir û berfirehtir bûn, lê mixabin piştî derbazbûna bi dehsalan li ser şer ev vebijarka leşkerî ji bo çareserkirin Doza Kurd bi taybet û Demokratkirina Turkiyê bi giştî, nebû vebijarkek rasteqîne ji bo çareseriya aştiyane; her weha ne aliyê Turk û ne jî aliyê Kurd jî di vê şerî de serkeftî nebûn.

 Ez li vir tekez dikim ku danûstandin û lihevhatin divê ne tenê bi çarçoveya ewlehiyê ya di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dewleta Turkiyê de sînordarkrî bin, berevajî vê, divê ew bibe Peymanek Civakî li ser bingehê yasayî û wekheviyê di navbera dewlet û gelê Kurd de jî di çarçoveya hewldanên lihevhatinê de ku mercek bingehîn ji bo nirxandina ka divê ev danûstandin çawa werin kirin, destnîşankirina riya rast û babetan e (Objektiv). Kî dê bi kê re li hev bike? Bi vî rengî, çaksazî û guhertin û veguhertinên çarenivîsan e dikarin bên encamdan.

 Bi kurtasî, divê her du alîyên lihevhatinê hem dewleta Turk û hem jî gelê Kurd bin, wate ne tenê di navbera dewleta Turk û PKKê de bimîne, destnîşankirina aktorên her du alîyên pêvajoya lihevhatinê  divê di pileya yekem de ji nûnerên cûr bi cûr yên çînên gelê Kurd û dewleta Turk bin û divê riyek e rastîn bê destnîşankirin ku têde peywendiyên dîrokî yên ne yeksan bên serrastkirin û lihevkirinek e humanîst û objektîv û mantiqîtî bê bidestxistin.

Ne wekheviyê di Navbera Dewleta Turk û Gelê Kurd de

Piraniya siyasetmedar,kesên şareza û aliyên din yên Kurdî, ji ber sedemên cûr bi cûr bi baweriyên hevpar û jiyanek e hevpar, baweriya xwe jiyana aştiyane tînin, lê hindek kes vê baweriyê li ser bingeha jiyana bi sedsalan li heman axê diyar dikin, hindek din wê li ser xizmetê û peywendiyên hevsiyî û cîrantiyê ava dikin, hindek din jî wê ji nêrîna siyasî yên radîkaltir yên ku li ser xweseriya herêmî ne û sînorên dewleta neteweyî dipirsin digirin,.

Heya niha vîna jiyanek e hevbeş li ser bingehên ne wekhev hatine avakirin, lewra peywendiyên di navbera dewlet Turk û gelê Kurd de ne wekhev in û ew yek her demê bûye sedema dirustbûna aloziyan; çiqas dewlet hemû desthilatdariya xwe bi riya yasa, amêrên ewlehiyê û îdeolojî bi kar tîne jî, gelê Kurd jî ku gelekî bindest e her demê di dirêjahiya dîrokî de neçar maye ku di bin mercên herî dijwar û ne wekhev de têkoşîna xwe ya ji bo azadiyêû demokrasiyê bike, ji ber vê yekê, paşguhkirina vê ne hevsengiyê û pêşveçûnên ne wekhev ya Pêvajoyên Lihevhatinê xeyala wekheviyê di navbera aliyan de diafirîne ku li şûna aştiyê bê hêvîtî û li şûna aştiyek e rasteqîn e jî xweradestkirin bi zorê tê sepandin.

Di dawiyê de, ez dixwazim bibêjim ku lihevhatina rasteqîn e bi Kurdan re bi çaksaziyên sexte, diruşmên peqpeqokî, yan jî manorên siyasî yên rûtînî nayên bidestxistin,sekeftina pêvajoyek aştiyê li Turkiyê girêdayî encamdana veguherînên demokratîk yên kûr û radîkal,û derxistina destûr û yasayên di nav parlemana wî welatî de ku mafên gelê Kurd li Turkiyê nas bikin, û zerermendên şerên demên borî jî bên qerebûkirin.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket