Sûriyê û paşeroja Dirzî wek taîfeyeke kurd

Nêrîn 01:52 PM - 2025-01-08
Pêşrew Îsmaîl

Pêşrew Îsmaîl

Pêşrew Îsmaîl (Mamoste Pêşrew)

Dirzî misilmanên sunî ne jî rewtekî cuda ne, ku li Sûriyê li bajarê Suweyda û çend bajarên nêzîkî sînorê Urdunê dijîn, bi gîştî hejmara wan ji milyonekê zêdetirin û bi vî awayî hatine dabeçkirin, 700 hezar li Sûriyê, 250 hezar li Lubnanê, 143 hezar li Îsraîl û Urdunê û hinek jî li Amerîka, Ewropa û Venezuelayê dijîn.

Malbata Conbilat serokê wan e
 Dirzî,Ew bi eslê xwe kurd in û malbata Conbilat ji (Gyan Pola ) hatine, kurdên Bakurê Kurdistanê ne û niha li Lubnanê dijîn û rêberê diruziyanin hin ji wan eslê xwe dibin ser Kurdên Êzdî, Malbata Conbilat (Gyan Pola), malbateke siyasî ya kurd ku berê Kemal Conbilat serokatiya wê dikir, niha kurê wî Welîd Conbilat, ku li Lubnanê dijî serokatiya wan dike.

Dirzî ji carekê zêdetir xwe Kurd ragihandine. Nivîskar û rewşenbîr Mihemed Emîn Pêncwênî di bîranîna xwe ya bi navê Ez çawa Bûm Pirek de behsa wan dike û dibêje: Di sala 1998’an de dema ku Kongreya Neteweyî ya Kurd li Hollandayê hate avakirin Welîd Conbilat têde beşdar bû û di axaftineke xwe de got: Ez Kurd im û bi Kurdbûna xwe serbilind im.
 Durzî li Lubnanê tekane koma ku pêwendiyeke taybet bi Barzanîyan re hebû, di destpêka salên 1970-î de di navbera Mela Mistefa Barzanî û serokê Dirziyan Kemal Conbilat de dostaniyeke xurt hebû.
 Di sala 1970’an de dema ku peyannameya 11’ê Adarê hat dayîn, serokê wan Kemal Conbilat hat Başûrê Kurdistanê û serdana Barzanî kir.
 
Dirzî ji bo cara yekem hêza xwe ava kirin û nehiştin hêzeke girêdayî rêveberiya nû ya Sûriyê bi serokatiya Ehmed Husên El-Şeri derbasî herêmên wan bibe

Di warê olî û mezhebî de

Di warê ol, mezheb û rêbaza olî de,Dirzî di qonaxa Teqiyeyê re çûn û ev jî bûye sedem ku hin kes we fêm bikin ku dirzî nîzîkayatî li Şîa dikin, bi hinceta ku Teqiye bi taybetî pêwendî bi şîeyan re heye, teqiye tê wateya veşartina baweriyên xwe, veşartina nihêniya ol û rêya xwe û eşkere nekirina rêya wan ji tirsa dijberên xwe li rastî ne tenê Şîe bûn ku derbasî qonaxa Teqiyeyê bûne, olên Êzdî, Kakeyî, Ehlî Heq, Tevgera Heq, Barzanî, Îsmaîlî, Xuramî û gelek komên din ên olî jî ji tires eşkirebûnê teqiye bi kar anîne û xwe parastine ku bîr û baweriyên wan eşkire nebin.

PUKMEDIA/Kurdistanî Niwê

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket