MAM LI ŞAM (44)

Nêrîn 08:22 PM - 2023-11-25
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Vaye xwîn gihişte kabokan ) 
Hemiyan giringiya vê gavê zanîbû ku rêberê partiya karkerên kurdistanê (Ebdule Ocalan), wate ragihandina wî ji agirbest re di kongireyekî rojnamevanî de, di êvara cejna newroza sala (1993)‘de, û şer ji aliyê xweve ta mihekê dabû sekinandin, û ew cara yekem bû ku agirbest tê ragihandin ji çaxê ku (PKK), şerê çekdarî li dijî dewleta turkî ragihandbû di sala (1984)‘de, û bi rastî (PKK), ew agirbest bi berpirsiyaretî cîbicî kiribû, ji ber ku mîna Cengîz Candar jî dibêje: (Derbasbûna cejna newrozê bi bê kêşe û astengî wê bibe nîşana bi hêzbûna Ocelan û partiya karkerên kurdistanê, û bi be nîşana bandora wan li ser cemawerê kurdî, herwiha wê bibe nîşanek li ser rastiya vê agirbestê..) 
Nîgeranî zêdetir di bû bi nêzîk bûna dawî hatina vê agirbestê, û hemî bi tirs çavnêrê gavên dîtir bûn ku divabû aliyên pêwendîdar bavêjin, bi taybet serokê turkî Torgot Ozal ku ew jî ji aliyê xwe ve bi berpirsiyaretî gavên xwe di avêtin ji ber ku wî dizanî bû eger ev derfet ji dest wî biçe bê ku karibe vî şerî bisekinîne ku li ser pirsa kurdî li turkiye bi rêve diçe, bê goman wê şer xwirtir bibe û wê bibe sedemê ku xwîn wek lehiya çeman bi rije û bi herike, û di vê derbarê de Cengîz Candar li ser zimanê serokê turkî Torgot Ozal dibêje: (Cengîz tû dizane ez ji çi di tirsim? Eger tîror careke din vegere, ewê dûqat veger, û xwîn jî wê bigihêje kabokan..) .
Bê goman Mam Celal û bi sedema pêwendiyên wî yên taybet li gel Ebdule Ocelan, karîbû roleke karîger bilîze di serxistina vê destpêşxeriyê de û rizgarkirina wê ji têkçûnê, lewma tevan û bi taybet serokê turkî Torgot Ozal çavê wan li riya Mam Celal bû ku hewildanên xwe berdewam bike ku pêştir li gel Cengîz Candar dest pêkiribûn û di encam de ew agirbest hatibû ragihandin ku dema wê nêzîkî dawî dibû bêyî ku dezgehên fermî yên turkî û navendên biriyarê yên dewleta veşartî, hîç alîkariyekê bikin ji bo serxistina wê destpêşxeriyê, yan gavekê di beramber de bavêjin, bi berûvajî vê yekê li benda derfetan bûn ku wê agirbestê beravêtî bikin û têk bibin ji bû ku Torgot Ozal bajon dîwarekî girtî..
Û çaxê ku nîgeranî li cem Cengîz Candar gihişte astê bilind êdî tenha rê li pêşiya wî mabû ku pêwendiyê bi dostê xwe Mam Celal re bike û aloziya serok komar torgot Ozal jêre şirûve bike ew aloziya ku têde dijiya di beramberî dijberên xwe de, û ji Mam Calal xwest ku hemî hewildanên xwe bide ji bo ku Ebdule Ocelan razî bike agirbestê dirêj bike bi bê merc, û Candar di pirtûka xwe ya bi navnîşana (Şemendefira Mîzobotamiya..)‘de, dibêje: (Min rewşa Torgot Ozal ya aloz ji Mam Celal re şirûve kir, û min jêre got ku pêwistiya serok komar heye bi dirêj kirina agirbestê ji bo ku karibe li ber xwe bide li beramberî dijberên xwe, û min got: Lê divê were zanîn ku kultûra dewleta turkî razî nabe bi sepandina mercan û sînordar kirina demê.. Ji ber ku bi vê yekê tenê Ozal dikare bi hêz bibe û li ber xwe bide, ku êdî karibe çareyekê bide peyda kirin ji vê pirsê re..) .
Dem gelek derbas nebû, û zû Mam Celal ji Şamê pêwendî bi Candar‘re kir û mîzgînî dayê û got ku rêberê partiya karkerê kurdistanê Ebdule Ocelan bi daxwaziyên serok komar Torgot Ozal razî bûye û li ser wan daxwaziyan erê kiriye, û got ku ew amadeye ji bo dirêjkirina dema agerbestê bê mercên pêşwext, û bi vê yekê Mam Celal gok careke dinê vegerand yarîgeha Torgot Ozal yê ku di got li gor ku Candar li ser zimanê wî di pirtûka xwe de vediguhezê, û dibêje: (Kêşe li vir ewe ku em nehêlin ev derfet ji dest me bi filitê û here..) .
Ya dirust ewe ku Ebdule Ocelan rêberê (PKK), pabend bû bi agirbesta ku ji aliyê xwe ve di (20.3.1993)‘de, ragihand bû, û gelekî amadebû ji bo cîbicî kirina wê agirbestê bi bê kêşe, û zû amadebûna xwe nîşan dabû ji Mam Celal re ku wê careke dinê vê agirbesê dirêj bike di (16.4.1993)‘de, ta demeke ne diyar, bi bê kêşe û bi bê hîç mercekî pêşwexit jî, bi mebesta dana derfeta pêwîst ji serok komarê turkî re ji bo ku karibe zora dijberên xwe bibe di dewletê û dezgihên wê de, û ji bo ku pirojeya xwe ya çareser kirina pirsa kurdî li turkiye bibe serî, lê mirin ji Ozal xwirtir bû û derfet nedayê, û di (17.4.1993)‘de, hate ragihandin ku bi celta dil miriye, di roja ragihandina dirêjkirina agirbestê, û vê yekê ew agirbest gihnde ber diriyê girtî, û ev nûçeya mirina Ozal ji nişkave Ebdule Ocelan matmayî hiştibû, li gor ku Candar dibêje: (Kamîran Qeredaxî ji min re got ku wê çaxê ew li mala Ocelan bû li Şamê, çaxê ku wî ev nûçe bihîst, û bi çavê xwe wî Ebdule Ocelan matmayî dît, û Ocelan yekser ji Cemîl Bayik pirsî: Çawa vê yekê rûda?) . 
Mirina serok Torgot Ozal bi celta dil, bi fermî di (16.4.1993)‘de, hate ragihandin, lê belê malbata wî û hin aliyên dinê hîna jî gomanê li vê çîrokê dikin, û dibêjin ku ew bi jehrê hatiye kuştin li gor ku di malpera (TRT), ya erebî de hatiye belavkirin, ev raport dibêje: (Malbata Ozal gomanê dixe ser çîroka mirina wî de ku dibêje ew bi celta dil ya normal miriye, û jinebiya wî Semra dibêje ku ew bi jehrê hatiye kuştin, û malbata wî di seranserê bîst sala de daxwaz kiriye ku laşê wî were taqîkirin, ji bo ku sedemên rasteqîne ji mirina wî re werin naskirin..) .
Bi her hal, ew qirşikê ku pişta devihê şikand, mîna ku tê gotin, û bû sedem ku ew agirbest bi dawî were û şer gurtir bibe bêtir ji berê, û hişt xwîn bigihe kabokan mîna ku Ozal pêşbînî kiribû, ew bû ku girûpek çekdar bi serpereştiya (Şemdîn Sakik), êrîş kiribûne ser otombîla leşkerî ya veguhestina serbazan li ser riya Bîngol- Al’ezîzê, di (24.5.1993)‘de, û di vî warî de Cengîz Candar li ser zimanê Mam Celal dibêje: (Ocelan ferman nedabû ku agirbest were şikandin, û ji wê êrîşê bê agah bû, lê hin aliyên dinê operasiyona kuştina wan serbazan dabû bi bê agahdariya Ocelan..) .
Elî Şemdîn

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket