MAM LI ŞAM (Îş bi dawî hat..) (39)

Nêrîn 11:28 AM - 2023-10-15
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Elî Şemdîn
Di (19.7.1990)‘de, Mam Celal ji Parîsê gihişte Şamê, û her di wê çaxê de bîroka ku Sedam Husên wê êrîşî Kiwêt bike di serê wî de digeriya, ev bîroka ku Mam Celal pêşbînî dikir bi dûrbîniya xwe ya zelal ji xwendina wan buyeran re ku li dûv hev rûdidan di encamê şerê îraq û îran de, her wiha di encamê xwe amadekirina rêjîma îraqê ji bo tolsitandinê ji kurdistana îraqê bi riya bumbe barankirina wê bi xaza kîmawî û cîbicî kirina êrîşên (Enfalan), û wêran kirina gund û bajarokên kurdî û nehiştina wan bi yekcarî û buyerên dinê yên wêranker ku li navçeyê bi giştî û li kurdistana îraqê bi taybet rûdabûn.

Mam Celal ev bîroka derbasbûna leşkerê îraqê nav welatê Kiwêt ji naverûka gotina Sedam Husên wergirtibû, ku di (17.7.1990)‘de, gotibû bi boneya salvegera bi destxistina partiya Be’is ji desthilatê re li îraqê, ku di wê gotina xwe de êrîşeke tûnd û tûj dabû ser dewletên kendava erebî bêyî ku tu dewletan bi nav bike, wê çaxê Sedam di gotina xwe de movikek gotibû gelekî hişê Mam Celal kişandibû, û her wî jî ew movik bêtir ji carekê dûbare dikir, ew jî ev bû: (Baştire ku serê me bibirin, û ne em ji birçîna bimirin..) , wê çaxê Mam Celal li Parîsê mêvanê mala Dr. Ehmed Bamernî bû, ku ew dibêje dema Mam Celal ev gotin ji radiyo bihîst bû, û ji xweşiyê bang kir, û got: (Îş bi dawî hat Ehmed, kêşeyê destpêkir di navbera îraqê û dewletên kendavê de!..)  .
Di (18.7.1990)‘de, Mam Celal du berpirsên Ferensî dîtibûn (Yek ji wan berpirs bû di wezareta Ferensî ya derve de, û yê dinê ji wezareta bergiriyê bû), wate berî ku ji Parîsê biçe Şamê bi du rojan, çimkî Mam Celal çaxê ku serdana Parîs dikir ew bi berpirsên ferensî re di civiya û giftûgo li gel wan dikir li ser wan pirsan ku ji herdû aliyan re giring bûn, û Dr. Ehmed Bamernî ew jî li gel Mam Celal bû di vê civînê de, dibêje ku gengeşa wan li ser pirsa kurd û li ser xurtbûn û bi hêzbûna tevgerên îslamî bû li rojhilata navîn, û dibêje ku ew di dawiya civîna xwe de li ser lêdwana dawî sekinîn ku Sedam Husên di kongirê lûtka erebî de gotibû, ku di Nîsana sala (1990)‘de li Bexdadê hatibû li darxistin, û di wê gotina xwe de gotibû: (Ez qet dûdiliyê nakim di şewitandina nîvê welatê Israyîlê, eger Îsrayîl êrîşê bike ser her dewleteke erebî.. ) , û Bamernî axaftina xwe berdewam dike û dibêje ku herdû berpirsên ferensî di gotina xwe de ji Mam Celal re dûpat û tekeze dikirin ku zaniyarî li cem wan hene leşkerê îraqê di amadebaşiyê deye li dijî Israyîlê, lê li gor ku Dr. Bamernî di pirtûka xwe de tekeze dike û dibêje ku di vê derbarê de Mam Celal nerîneke wî ya cuda hebû li ser vî babetî, û wî ji wan re got: (Ez bawerim ku Sedam hêzên xwe xistine amadebaşiyê de li dijî Kiwêt ne li dijî Îsrayîlê..)  , û Bamernî dibêje ku herdû berpirsên ferensî pêşbîniyê vê bersivê ji Mam Celal ne dikirin, lewma herdûkan li Mam Celal vegerandin û bersiva wî dan, û gotin: (Berêz Talibanî, pirsa me bi şaşî şirûve neke, gelo te ev nerîn ji hîç jêderekî bihîstiye? Lê Mam Celal bersiva wan dide, û dibêje: Na! Nexêr ev bi tenê têgihiştin û pêşbîniya min ya kesayetiye li gor zaniyariyên ku li cem min hene, û hûnê nêzîk jî rastiyê bibînin) .

Gelekî dereng nema, ew pêşbîniya Mam Celal rast derket û hate cî, û Sedam Husên dagîrkirina Kiwêt di sibiha roja (2.8.1990)‘de, di radiyo ya Bexdadê de, ragihand, ku di got: (Li ser daxwaziya hêzên Kwêtî yên şoreşgêr, leşkerê me yê aza û mêrxas derbasî nav bajarê Kiwêt bû, û bi mebesta ku alîkariyê pêşkêşî birayên me yên kiwêtî bikin, û ji bo ku wan ji desthilata êlperestî ya malbata Al El’subah rizgar bikin)   , êdî berpirsê rojhilata navîn di wezareta ferensî ya derve de ku Mam Celal li Parîsê pêş du heftan li gel wan civiya bû, yekser telîfonî Ehmed Bamernî dike û wî agahdar dike ku Sedam Husên Kiwêt dagîr kiriye, û jê daxwaz kir û got: (Em bilez dixwazin careke din Talibanî bibînin..) , lê Dr. Bamernî bersiva wî dide û dibêje: (Bibûre! Mam Celal niha li Şamê ye..) , berpirsê ferensî gotina xwe berdewam dike, û dibêje: (Wî agahdar bike ku em dixwazin li gel bi axivin li her şûnekê ew bixwaze li Ewrûpa, û em amadene biçin cem wî ji bo em wî bibînin meger li Şam be jî..) .

Bê goman, bi qasî ku piroseya dagîrkirina Kiwêtê raya giştî ya navdewletî matmayî hiştibû, ewqasî jî vê piroseyê rastiya pêşbîniyên Mam Celal eşkere û diyar kir, û kesayetiya Mam Celal ya karêzmî jî xistibû bin roniyê de, û têgihiştina wî ya siyasî nîşan dabû, herwiha pêşbîniya wî ji pêşerojê re û xwendina wî ya zelal ji guhertinan re ku îro îraq û navçe têre derbas dibin, û tevî ku Mam Celal nekete bin bandora nexweşiya pozbilindî û ezeziya kesayetî de, lê wî her xwe amade dikir ji wê berpirsiyaretiya dîrokîre ji bo çareserkirina qeyran û kirîzeyên ku têne pêşiya xebata wî, ev karê hovîtî ku Sedam li dûv xwe hiştibû çaxê ku êrîşî Kiwêt kiribû, dewletên cîhanî û navçeyî neçar kiribûn ku bê dûdilî biriyara xwe ya dawî bidin li dijî Sedam Husên û ruxandina rêjîma wî ya xwînmij ku êdî bûbû ciyê metirsiya tevan, û evê yekê hêzên hevpeymana navdewletî bi serokatiya wîlayatên yekgirtî yên Emerîka neçar kiribûn ku di şeva (17.7.1991)‘de, êrîşeke azmanî xurt û himbiz bike ser nîşanên leşkerî û istiratîcî yên îraqî, ku di paşî de jî di (22.2.1991)‘de, êrîşên bejayî jî li dijî leşkerê îraqî dest pêkirin.

Lewma Mam Celal hewil da ji bo li darxistina kongirê oposiyona îraqê li Beyrûtê di (7.3.1991)‘de, bi alîkariya hemî serkirdeyên îraqî yên dinê ku bi hevre di bin sîwana (Komîta karê hevbeş)‘de civiya bûn, ew komîte hatibû damezirandin di sala (1990)‘de, û wê çaxê ev alî di nav xwe de kom dikirin: Bereya Kurdistanî, Partiya De’iwe ya Islamî, û Encûmena Bilind ya Şoreşa Islamî li Îraqê, û Partiya Be’is ya Erebî Iştîrakî- Serkirdayetiya baskê îraqê yê girêdayî bi sûriya ve, Partiya Komonîsta Îraqî, û paşî jî ev herdû rêxistinên ser bi Riyad ve, lê hatin zêde kirin, ew jî evin: Tevgera Wîfaqa Niştimanî bi serokatiya Eyad Elawî, û Rêxistina Encûmena Îraqî ya Azad bi serpereştiya Se’ed Salih Cebir..).


PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket