Enfal.. Birîna bê derman

kurdistani 04:53 PM - 2015-04-15

Dîroka destpêka Enfalê


Yekem gava destpêkirina proseya bi navê Enfalê li navçeya Dolaa Cafayetî di roja 18/2/1988 destpê kiri û heya 6/9/1988 berdewam kir ku bi destê Partiya Baas ya Erebî ya Sosyalîst ku di sala 1963`an de bi derbeyekê leşkerî hate ser desthilatê hate encam danê. Partiya Baas heya 9/4/2003`an bi agir û hesin li dijî neyarên xwe desthilata xwe birêve dibir. Pêştir jî di sala 1983`an li urdugeha Zuremilê ya Qoştepe li parêzgeha Hewlêrê (8000) hezar Barzanî winda kirin û piştre jî bi komî hatin xeniqandin û hatin jinav birin, eve jî ew dîroke ku di sedsala bîstem de rûdan û cara dawî ew tawan li ser astê navxweyî û derve weku jenosîd hate naskirin û weku rûpelekî reş li ser rûyê reş yê Baasê hate tomar kirinê.

Her weha hizba Baas li seranserî Êraqê û li gor ew amarên hatine tomar kirinê 5000 kurdên Feylî bi heman awayî hatine derbeder kirin û bê nasname hatin hêştin û ji Êraqê hatin derxistinê.
Pênaseya enfalê

Enfal navê wê ji sureta heştemîn a Quranê ye û di wateya Xenîme de ye û ev peyva Enfal ji bo Xenîmeyên şer ê navbera misilman û hêzên ne misilman de 1400 sal berê di dema Hz. Muhemed de hatiye bikaranîn. Seddam ji bo komkujiyên ser kurdan rewa bike wateya Enfalê guherandiye û ew ji bo xwe bi kar aniye. Bi taybetî jî piştî belavbûna tevgera hêzên başûrê Kurdistanê ya di sala 1975’an de komkujiya li ser kurdan zêde bû. Ji salên 1975’an şûnde gundên kurdan hatin hilweşandin û şewtandin. Wê demê Serokomarê Iraqê Seddam Husên di televîzyona fermî de digot ku ‘Kesên îxaneta niştimanî ya axa Iraqê kirine me ew şandin dojehê’. Ev axaftina Seddam hişt ku komkujiya li ser kurdan zêde bibe. Di vê çarçoveyê de operasyonên qirkirinê yên bi navê ‘Enfal’ pêk hatin. Komkujiya Enfalê di 23’yê sibata 1988’an de dest pê kir û bênavber heta 27’ê îlona 1988’an berdewam kir.

Proseya Enfalê

Operasyonên Enfalê ji aliyê hêzên hewayî û bejayî yên artêşê, hêzên asayîş, polîs, cerdevan û hêzên îstîxbaratê pêk hatin û ji aliyê Alî Hesen Mecîdê pismamê dikatatorê berê yê Iraqê Seddam Husên ve hat koordînekirin.

Kê Enfal cî be cî kir

Di encama van operasyonên Enfalê de 182 hezar kurd hatin windakirin û niha jî dem dem cenazeyên wan di gorên komî da tên dîtin. Kesên ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin zêdetir zilam bûn. Her wiha jin jî heta niha vê êşa dermirovahî dijîn. Alî Hesen Mecîd ku ji aliyê kurdan wekî Alî Kîmyewî tê nasîn ji ber bikaranîna çekên kimyewî di komkujiya Helepçeyê de ji Seddam xelat wergirtibû.

Alî Kîmyewî di civîna gulana 1988’an de ya Partîya Baasê ku li Kerkûkê pêk hat de plana tunekirin û şewitandina gundên başûrê Kurdistanê bi taybetî jî herêma Germiyanê aşkera kir. Alî Kîmyewî di vê civînê da dibêje ku ‘Ji bo em planên xwe yên tunekirina kurdan serkeftî bi encam bikin divê em milyonek belavok ên bi zimanê erebî, soranî û behdînî çap bikin û li hemû qadên Başûr belav bikin. Di belavokan de em bang li kurdan bikin ku kesên bên teslîm bibin dê bên efûkirin. Heke ew vê banga me qebûl nekin û bi çekên xwe neyên teslîm nebin em ê çekên kîmyewî bi kar bînin û wan tune bikin.”

Oprasyonên Enfalê, destpêkê di qonaxa yekemîn da cih û kesên werin tunekirin hatin destnîşankirin û ji bo wê jî di sala 1987’an de hejmartina nufusê pêk anîn. Di qonaxa duyemîn de gundî li wargehan kom kirin û li wir bi cih kirin. Di qonaxa sêyemîn de jî hatin qirkirin û di gorên komî de zîndî hatin binaxkirin.

Ajokarên dozerên ku wê demê kurd bi zindî bin ax kirin, piştî serhildana 1991’an li xwe mikur hatin û cihê gorên komî nîşanî rayedaran dan

Dewleta Iraqê ji bo cara yekemîn di 16’ê nîsana 1987’an de çekên kîmyewî di êrişa ser gundê Şêx Wesanan a herêma Xoşnawtî nêzî Hewlêrê ye bi kar anî. Dewleta Iraqê demeke dirêj bû ku dixwest vî planî bi kar bîne, lê ji ber şerê li hemberî Îranê nikarîbû bi du aliyan re şer bike. Li gorî biryara hejmara 160’an a serokatiya Partîya Baasê di 2’yê adara 1987’an Alî Kîmyewî ku hat pêywirdarkirin û di bin navê dê li Başûr aramî çêbibe dest bi hemleyên qirkirinê kirin. Alî Kîmyewî ku piştî Kerkûk ket destê serhildêran dibêje ku ‘Şêwirmendên taburên parastinê hatin cem min û min ji wan re got gundên xwe vala bikin. Ger ku hûn vala nekin ez ê bi çekên kîmyawî êrîşî we bikim’.

Piştî vê axaftinê gundiyên derdora Kerkûkê bi êrîşên hovane re rû bi rû man. Artêşa Iraqê dest bi şewitandina gundan kir. Her wiha bîr û kaniyên gundan çikandin û mal û milkên wan bi darê zorê desteser kir.

Roja 14/4 wek roja Enfalê hate naskirin


Qonaxa herî dijwar û hovane ya operasyonên Enfal qonaxa sêyemîn bû. Ji ber ku ev qonax di meha nîsanê de li herêma Germiyan dest pê kir û zêdetirî 70 hezar kesî bi awayekî hovane hatin qetilkirin û windakirin. Ji bo vê komkujiyê jî roja 14’ê nîsanê wekî roja Enfalê hat qebûlkirin.

Di operasyonên Enfalê de rola herî qirêj û diwar rola cerdevanan bû. Di dema komkujiyê de cerdevanên dibin fermandariya zêdetirî 400 sercerdevan de bi awayekî çalak tevlî vê komkujiyê bûn. Cerdevan li pêşiya artêşê derketibûn nêçîra kurdan. Piraniya van sercerdevanan ku destê wan di qirkirina kurdan de ne.

Hîn jî jinên ji vê komkujiyê rizgar bûne bi pirsgirêkên pir cidî yên derûnî, civakî û aborî re dijîn. Enfal hê jî ji bo wan girî, lorîn, kincên reş , xwîn û tarîtiyê îfade dike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Aplîkêşin

The News In Your Pocket