Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26
PUKMEDIA
Karta qeydkirina dengdêrên biyometrîk
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê (IHEC) ragihand:“Hefteya borî li Iraqê 52 hezar û 109 kertên biyometrîk ji dengderan re hatin dayîn ku Silêmanî bi 15 hezar û 758 kertên biyometrîk ji dengderan re di rêza yekem de ye û herî kêm jî li Kerkûkê bi 216 kertan di rêza yekem de ye.’’
Kartên nû yên biyometrîk nayên derxistin
Çavkaniyekî ji Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;“Kartên ku ji hilbijêran re hatine vegerandin berê hatine nûkirin an jî dengdêrên nû ne, kartên wan qediyane û li wan hatine vegerandin.’’
Çavkaniyê han eşkere kir ku, bi sedema amadekariyên civîna şeşem a hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, ti kartên nû yên biyometrîk ji bo dengderan nayên dayîn, ji ber ku dema dawî derbas bûye.
Pêvajo li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hatiye rawestandin
Li gorî PUKMEDIA’yê, agahî û daneyên ku ji komîsyonê hatine wergirtine, pêvajoya derxistina kartên nû û nûkirina kartên biyometrîk yê dengdan li parêzgehên din ên Iraqê ji bilî Silêmanî, Hewlêr û Duhokê berdewam e û heftiya borî ji 19-24/4/2024, 17 hezar û 200 kartên nû li parêzgehên Iraqê hatin tomarkirin, lê li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê prose rawestandine’’
Nêzîkî 125,000 hilbijêrên nû tomar kirine
Li gor zanyariyên ku PUKMEDIA ji Komisyona Hilbijartinan a Iraqê bi dest xistine, proseya tomarkirina dengdêran di 10-3-2024an de bi dawî bûye, bi giştî 124 hezar û 667 dengder di proseya dengdanê de bi xwe hatine tomarkirin.
Ji van 42 hezar û 14 hilbijêrên ku di sala 2006'an de ji dayik bûne cara ewil dengê xwe didin.Her wiha heftiya borî li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê jî , li Silêmaniyê 15 hezar û 758 kertan, li Hewlêrê 13 hezare 1727 û li Duhokê 7 hezar û 888 kartên biyometrîk ji bo dengderan hatine dayîn.
Kampanya 10’ê Gulanê dest pê dike
Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:"Em xwe ji bo hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê di roja ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin de amade dikin û ji bo vê mebestê jî me gavên baş avêtin."
Gelayî got: "Li gorî biryarên encûmena komisyonan, helmeta hilbijartinan dê di 10ê Gulana îsal de dest pê bike û roja berî dengdana taybet roja 6ê Hezîrana 2024an bi dawî bibe û biryara dawî derbarê kampanyayê de bi komîsyonan re ye."
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê got:"Li gorî biryaran girtî, nexweş û xebatkarên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê di rojên taybet ên dengdanê de ku ji bo wan hatine diyarkirin, dê deng bidin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

