Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be

Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26
Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mezopotamya

Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)

Bakurê Kurdistanê

Hevserokê DEM Partiyê di 3’yemîn Kongreya Asayî ya DEM Partiyê ya Mersînê de axivî diyar kir ku Yasaya Çarçoveyî ya ku dê tê payîn bê Parlemana Turkiyê divê verastkirinên giştgir li xwe bigire û tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd bike û got: yasa ku dê bê Parlemana Turkiye divê cudahiyên kategorîk neke.

Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), beşdarî 3’yemîn Kongreya Asayî ya DEM Partî ya Mersînê bû û di gotarekê de got:Têkoşînek eger raboriya xwe bizanibe û li ser ked û berdêlên raboriyê geş bibe watedar e,têkoşînek ku raboriya xwe bizanibe û dahatûya xwe li ser vê ava bike, tu zor û zilm nikare wê têk bibe û tekez kir ku DEM Partî bi vê kevneşopî û keda raboriyê têkoşîna xwe bi berdêlên îro re kiriye yek û têkoşîna heq, hiqûq, aştî û demokrasiyê dide bi bîranîna raboriyê û bi zanebûna nirx û raboriyê em dikarin pêşerojek ya têkoşînê û demokratîk ava bikin.

 Bakirhan got:Rêzdar Ebdulah Ocalan roja 27’ê Sibatê bangek bangek girîng kir,ew jî Banga Aştî û Civaka Demokratîk bû. yasaya ku dê bê parlemanê divê cudahiyên kategorîk neke,divê yasa ne yasayek nîvçe be, divê tam be,ku ev yasa sedemên derketina PKK’ê û pirsgirêka Kurd çareser bike û giştgir be.

 Bakirhan got jî:Em wek DEM Partî rol me dê li gorî pêşxistina vê pêvajoyê be û heta zimanê Kurdan azad be,Kurd di erdnîgariya xwe de û li metropolên lê dijîn azad bijîn, emê daxwazên xwe bînin ziman û têkoşîna xwe berdewam bikin,û em baş dizanin ku ev yasa dê daxwazên Kurdan,kedkaran û bindestan dabîn neke, lê dê bibe destpêkek, deriyek nû vebike û emê tekoşîna xwe heya bi destxistina hemû mafên Kurdan berdewam bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket