Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin

Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26
Rêbaz Bêrkotî û Piştîwan Sadiq PUKMEDIA

Rêbaz Bêrkotî û Piştîwan Sadiq

Şandeke payebilind a Navenda sê ya Hewlêrê ya Yekîtiya Nîştimanî serdana Buroya Rêxistinê ya Partiyê li parêzgeha Hewlêrê dike
Îro şandeke payebilind a Navenda sê ya Hewlêrê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Rêbaz Bêrkotî endamê serkirdayetî û berpirsê navenda sê ya Hewlêrê ya Yekîtiyê, bi hevrêtiya cîgirên berpirsê navendê û kargêran, serdana Buroya Rêxistinê ya Partiyê li parêzgeha Hewlêrê kir û ji aliyê Dr. Piştîvan Sadiq berpirsê Buroya Rêxistinê ya Partiyê li Hewlêrê û endamên buroyê ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, behsa rewşa îro ya navçeyê hat kirin û tekezî li ser hemahengî, biratî û bi hev re karkirinê hat kirin bi armanca xizmetkirina welatiyan.
Rêbaz Bêrkotî ragihand: Serdana me serdana tebayî, biratî û yekrêziyê ye. Her wiha got: Heke medya alîkariya me bikin kar dê baş biçe pêş.
Wekî din Piştîvan Sadiq ragihand: Bi Yekîtiyê re têkiliyeke me ya dûr û dirêj û zelal heye û em ê di gotûbêjên xwe de berdewam bin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket