Îran: Di çûnûhatina Hurmuzê de ti guhertin çênebûne û bi Omanê re pêşketin hene

Cîhan 10:26 AM - 2026-07-26
Tengava Hurmuz PUKMEDIA

Tengava Hurmuz

Îran

Îran ragihand ku di çûnûhatina deryayî ya li Tengava Hurmuzê de ti guhertin çênebûne û di navbera wê û Omanê de jî di danûstandinan de pêşketin pêk hatiye.

Îsmaîl Beqayî Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, di daxuyaniyekê de çend mijarên girîng ên têkildarî rewşa herêmê û têkiliyên dîplomatîk ên welatê xwe xistin ber behsê û ragihand: Heya niha di rewşa çûnûhatina deryayî ya li Tengavê de ti guhertin çênebûne û rewş bi awayekî asayî bi rê ve diçe.
Ji aliyeke din ve, navbirî behsa têkiliyên dîplomatîk ên welatê xwe kir û eşkere kir ku di rojên în û şemiyê de, çend xulên danûstandinan di navbera Îran û Mîrnişîna Omanê de di asta cîgirê wezîrê derve de hatine pêkanîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê herwiha tekez kir ku di danûstandinên wan ên bi şandeya Omanê re pêşketineke baş pêk hatiye.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket