Wezareta Petrolê hinardekirin û dabînkirina berhemên petrolê gotûbêj dike
Êraq 07:25 PM - 2026-07-25
Ragihandina wezaretê
Wêneyê Civînê
Wezareta Petrolê ya Îraqê tekezî li ser girtina ber çareyan
ji bo rûbirûbûna bandorên rawestandina hinardekirina petrolê bi rêya benderên
başûr ve ji ber qeyrana Tengava Hurmizê dike.
Di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji PUKMEDIAyê re hatiye,
Wezareta Petrolê ragihand ku îro şemiyê 25ê tîrmeha 2026an, Wezîrê Petrolê yê
Îraqê Basim Mihemed Xizêr El-Ibadî serokatiya civîna şaneya qeyranan kir ku
hejmarek ji berpirsên wezaretê û rêveberên giştî tê de amade bûn ji bo
gotûbêjkirina pêşhatên rewşa petrolê û tedbîrên pêwîst ji bo piştgiriya
xezîneya dewletê, ji bilî çalakirina hewlên nîştimanî ji bo temamkirina
projeyan.
Herwiha, di civînê de dosyeya dabînkirina berhemên petrolê û
girtina ber rêbazên misogerbûna berdewamiya dabînkirina wan û tijîkirina
pêdiviyên bazara navxweyî di vê rewşa ne îstîqrar de hate gotûbêjkirin.
Her di wê daxuyaniyê de, Wezareta Petrolê ya Îraqê da
xuyakirin ku şopandina pêşhatan û girtina ber çareyên guncaw ji bo parastina
îstîqrara dabînkirina petrolê û xurtkirina şiyanên wê sektorê ji bo rûbirûbûna
aloziyan berdewam e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

