Dr.Biryar Reşîd:Me zêdeyî 50 îmze bo mayîndekirina girêbestan kom kiriye

Kurdistan 05:12 PM - 2026-07-25
Dr. Biryar Reşîd, Endamê Encûmena Nûneran ya Îraqê PUKMEDIA

Dr. Biryar Reşîd, Endamê Encûmena Nûneran ya Îraqê

Ji bo bidawîkirina pirsgirêka karmendên girêbest û mayîndekirina wan, beşek ji endamên Civata Nûneran ya Îraqê daxwaznameyek pêşkêşî Serokê civatê kirine,endamekî Civata Nûneran ya Îraqê her wiha dibêje: 'Me îmzeyên zêdetirî 50 parlementeran kom kiriye, û Serokê Parlemanê jî me îmze  li ser daxwazan kiriye.

Dr. Biryar Reşîd, endamê Civata Nûneran ya Îraqê, ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, PUKMEDIA re ragihand:Me daxwaz kir ku girêbestên li ser sermayeyên herdemî di proje yasaya budceya federal de cih bigirin.

Her weha ragihand ku,ji bo piştgiriya daxwaznameya me, me îmzeyên zêdetirî 50 parlementeran kom kirine, û Serokê Parlemanê jî ew îmze kiriye û arasteyî Komîteya Darayî kiriye.

Dr. Biryar Reşîd her wiha amaje pê kir ku armanca me di vê daxwazê de ew e ku mafên wan girêbestan biparêzin, yên ku demeke dirêj e di xizmetê de ne û ji ber qeyranêln darayî ne hatine mayîndekirin, û em hêvî dikin ku bi piştgiriya hemû aliyan, em karibin wê li Parlemanê derbaz bikin.

Ev yek di demekê de ye ku, bi pêkanîna daxwazê, dê zêdetirî 86 hezar karmendên girêbest li Herêma Kurdistanê jê sûd werbigirin,ku mûçeyên wan yên mehane digihîjin nêzîkî 43 milyar dînan û dê di budceya Îraqê ya sala bê de cih bigirin, ev pêngav dê ji bo bidawîkirina pirsgirêka karmendên girêbest çareseriyeke bingehîn û berfireh peyda bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket