Li navenda NATO sîxurek ya Çînî hat binçavkirin

Cîhan 02:31 PM - 2026-07-25
Logo ya NATO Ajans

Logo ya NATO

Cîhanî

Jineke Kanadayî ku li navenda leşkerî ya NATOyê ya li Belçîka kar dikir, bi gumanbariya sîxuriya ji bo welatekî biyanî hate binçavkirin û hat ragihandin ku lêpirsîna li ser gumanbarê ku tê gotin bi regezê xwe Çînî ye, berdewam dike.

Jineke Kanadayî ku li serokatiya leşkerî ya NATOyê ya li Belçîkayê kar dikir, bi gumana sîxuriyê hate binçavkirin,di daxuyaniyeke ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Belçîka ve hat weşandin de, hate destnîşankirin ku gumanbar, ku ew regezê xwe Çînî tê binavkirin, bi sîxuriya ji bo welatekî biyanî û endamtiya rêxistineke tawanbar tê tawanbarkirin.

Dozgeriya Giştî eşkere kir ku gumanbar wek karmend li Qereqola Giştî ya Hêzên Hevpeyman yên Ewropayê (SHAPE) ya NATOyê li bajarê Mons yê Belçîkayê kar dike,ji ber nepeniya lêpirsînê, nasnameya gumanbar û hûrgiliyên din yên derbarê bûyerê de ji raya giştî re ne hatin eşkerekirin.

Desthilatdarên Belçîka diyar kirin ku lêpirsîn berdewam e, û destnîşan kirin ku bûyer ji aliyê ewlehiya NATOyê ve mijareke hestiyar e.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket