Guterres li Şame û bendewarî ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyan tê kirin

Cîhan 10:31 AM - 2026-07-25
Pêşwaziya li sana

Pêşwaziya li

Sûriyê Neteweyên Yekbûyî

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, îro roja şemiyê 25/7/2026`an, di serdaneke fermî de, ku ev serdan a yekem a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye ji sala 2009an ve, gihîşt Şamê paytexta Sûriyê. Armanca vê serdanê ew e ku piştevaniya rêxistina navneteweyî ji bo qonaxa veguhêz û avakirina dewleteke bi îstqrariririr û berfirehtir piştî guhertina siyasî ya ku welat pê re derbas bûye, tekez bike.

Hevdîtinên bi Rêbertiya Sûriyê re
Wezîrê Derve yê Sûriyê Esad Şeybanî li Balafirxana Navneteweyî ya Şamê pêşwazî li Guterres û şandeya pê re kir. Tê çaverêkirin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bi Serok Ehmed El-Şeri re bicive, li gel lidarxistina civînan bi berpirsên hikûmî, nûnerên civaka sivîl û rêxistinên ku bi mafên jinan re mijûl dibin re.
Piştgiriya Veguhastina Siyasî
Biryare serdan wê heya roja duşemê bidome, tê de Guterres wê pabendbûna Neteweyên Yekbûyî bo piştgiriya Sûriyê di qonaxa veguhêz de, û xebatên ji bo xurtkirina saziyên dewletê û pêşxistina îstîqrar û pêşketinê bi rengekî ku xizmeta hemû Sûriyan bike, tekez bike.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric diyar kir ku; derfeta niha ne tenê bi derbaskirina bandorên şer sînorkirî ye, lê belê ew bingehên pêşerojeke ku bi îstîqrar û tevgeriyeke berfireh tê naskirin jî dihewîne û tekezî li ser misogerkirina beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyê di jiyana siyasî û giştî de dike.
Dosyaya Kurdan û Mafên Pêkhateyan
Serdan di demekê de tê, ku bangewazên navneteweyî yên ji bo avakirina pergaleke siyasî ku beşdariya wekhev ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê, di nav de Kurd jî, misoger bike, zêde dibin. Ev yek bi rêya naskirina mafên wan ên rewa yên siyasî, çandî û îdarî di çarçoveya dewleta nû ya Sûriyê de pêk tê, ku bi vî rengî prensîba hemwelatîbûna wekhev xurt dike û destûrekî ku mafên hemû Sûriyan bêyî cudakarî diparêze, datîne.

Civaka navneteweyî bi berdewamî tekez dike ku serkeftina qonaxa veguhêz bi avakirina saziyên giştî yên ku pirrengiya Sûriyê nîşan didin ve girêdayî ye, û ew temsîlekî adil û rêzgirtina li maf û azadiyan ji bo hemû pêkhateyan misoger dike.

Garantiyên Destûrî di Qonaxa Veguhêz de
Serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di demekê de ye ku hêzên kurdî, û di serî de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi serokatiya Mezlûm Ebdî, hêvî dikin ku qonaxa veguhêz bighêje çareseriyeke siyasî ku naskirina destûrî ya mafên Kurdan misoger bike, prensîba nenavendiya îdarî xurt bike, û beşdariya adil ji bo hemû pêkhateyan di saziyên dewletê de garantî bike, bi awayekî ku bi bangên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo avakirina Sûriyeke berfirehtir û bi îstîqrar re li hev bike.

Mezlûm Ebdî, fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk, tekez dike ku çareseriya pirsgirêka kurd di çarçoveya Sûriyeke yekbûyî de ye, bi rêya garantiyên destûrî ku mafên siyasî, çandî û îdarî yên Kurdan misoger bikin. Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku danûstandinên bi Şamê re armanc dikin ku bigihêjin çareseriyeke neteweyî ku tevlêbûna hemû pêkhateyên Sûriyê di avakirina dewleta nû de garantî bike, û ev yek dûrî projeyên dabeşbûnê an cudabûnê ye.
Dosyayên Mirovî û Vegera Koçberan
Guterres her wiha dê serdana navenda Hêzên Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Çavdêriya nehêştina pevçûnan (UNDOF) ya li Colanê bike, û dê bi berpirs û rêxistinên mirovî re rêyên piştgiriya vegera koçber û penaberan gotûbêj bike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji dema guhertina siyasî ve nêzîkî 1.9 mîlyon koçberên navxweyî û 1.7 mîlyon penaber vegeriyane Sûriyê, di heman demê de bi milyonan Sûrî hêj pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. Di heman demê de tekeziyeke navneteweyî heye ku serkeftina qonaxa bê bi şiyana koçberan a ji bo vegereke ewle û bi rûmet, vegerandina mafên wan û ji nû ve avakirina jiyana wan tê pîvandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket