Ragihandina Serokwezîr: Iraqê pêşniyara agirbestê ji Îranê re nebiriye

Êraq 02:47 PM - 2026-07-24
Logoya Nûsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihandina serokwezîr

Logoya Nûsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê

Êraq

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîriya Iraqê red dike, ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî pêşniyara agirbesta demkî ya Donald Trump ji Îranê re biribe.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di peyannamekê de derbarê ew rapora ku di rojnameya New York Timesê de hatibû belavkirin ragihand ku ew dengoyên ku di 23.07.2026an de di rojnameyê de hatine belavkirin ji rastiyê dûr in û tu tiştekî wan bi rastiyê re tune ye.

Di heman daxuyaniyê de, Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê daxwaz ji saziyên ragihandinê dike ku baldar bin û xwe bispêrin çavkaniyên fermî, û xwe ji belavkirina agahiyên bêbelge dûr bixin.

Ev jî di demekê de ye ku di 23.07.2026an de rojnameya New York Timesê belav kiribû ku Îranê pêşniyara agirbesta demkî ya Amerîkayê red kiriye, ku Donald Trump bi rêya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ji Îranê re şandibû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket