Petrola Brent ji 100 dolarî nêzîk bûye

Aborî 10:48 AM - 2026-07-24
Bihayê Petrolê daily mail

Bihayê Petrolê

Neft

Piştî zêdebûna rageşiyên leşkerî li herêmê û êrîşên dualî yên di navbera Amerîka û Îranê de, digel gefên Hûsiyan li ser tankerên petrolê yên Erebistana Siûdî, bihayên petrolê gihîştin nêzîkî 100 dolarî ji bo her bermîlekê, ku ev asta herî bilind a pênc hefteyên borî ne hatiye tomat kirin.

Li gorî malpera OIL PRICE, di 24ê Tîrmeha 2026an de, nirxa petrola Brent li Borsaya Bazirganî ya New Yorkê bi 99.40 dolarî ji bo her bermîlekê bû.

Her weha nirxa Petrola Teksasê jî bi 90.61 dolarî ji bo her bermîlekê bûye.

Bihayên petrolê ji ber tirsa kêmbûna petrola xav ji ber êrîşên berdewam ên Amerîkayê û êrîşên balafirên bêmirov ên li ser Kuweyt û welatên din ên herêmê zêde bûn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket