Dahata heftiya borî ya Silêmaniyê nêzîkî 10 Milyar Dînar bûye

Kurdistan 09:10 AM - 2026-07-24
Şefafiyet PUKMEDIA

Şefafiyet

Şefafiyet

Dahata Silêmanî ya hefteyekê, ji roja 18/7/2026an heya bi îro 24/7/2026an bi qasî 9 milyar û 750 milyon û 827 hezar û 525 dînar bûye.

Malpera şefafiyetê ji bo çavdêrîkirin û rêxistinkirina dahatên nepetrolê yên Silêmanî, Helebce û herdu rêveberiyên Raperîn û Germiyanê, dahata hefteyekê ragihand, ku bi awayekî bi qasî 9 milyar û 750 milyon û 827 hezar û 525 dînar bûye ku ji %74ê dahatê bi awayê nextîne û ji %26 jî bi awayê çek bûye.

Roja 15ê Kanûna 2022an de, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser destê Qubad Talebanî bû xwediyê projeya şefafiyet ya dahat û xerciyan.

Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên nepetrolî yên parêzgehên Silêmanî û Helebce û herdu rêveberiyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê ji malpera şefafiyetê bişopînin.

Li gorî amarên herî dawî yên malpera şefafiyetê www.shafafiat.com , biryare dahata van cihan her rojê were weşandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket