Serokomar: Xurtkirina yekîtiya rêzên neteweyî di navbera hemû pêkhateyan de

Êraq 06:16 PM - 2026-07-23
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî Ragihandina Serokomar

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî

Serokkomarê Îraqî

Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî roja Pêncşemê 23ê Tîrmeha 2026an li Koşka Bexdayê pêşwaziya şandeyek ji kesayetên siyasî û civakî yên herêma Badînan ya parêzgeha Duhokê kir.

Di civînê de rewşa giştî ya welêt hate nirxandin û li ser çend mijarên ku bandorê li herêmê dikin hate axaftin, Serokomar tekezî li pêwîstiya xurtkirina yekîtî û hevgirtina neteweyî di navbera hemû pêkhateyên gelê Iraqê de heye kir, ku ev yek dibe alîkar û piştgir ku ewlehiya civakê bike.

Serokomar, bal kişand ser girîngiya parastina hevgirtinê û pabendbûna bi nirxên pêkvejiyana hevbeş û berpirsiyariya neteweyî, û tekez kir ku parastin û xurtkirina vê nêzîkatiyê garantiyek rastîn ji bo rûbirûbûna bi pirsgirêkan re û piştgiriya pêvajoya ji nû ve avakirin û reformê temsîl dike.

Ji aliyê xwe ve endamên şandeyê, spasiya xwe ji bo peroşiya Serokomar, ji bo têkiliya rasterast bi gelên herêmên cuda yên Iraqê re û amadebûna wî ya guhdana nerîn û daxwazên wan anîn ziman, wan piştgiriya xwe ji bo hemû hewldanên ku armanc dikin xurtkirina yekîtîya neteweyî û aramiyê bi awayekî ku xizmeta berjewendiya neteweyî ya bilind dike, piştrast kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket