Zeydî: Em rê nadin ku ji axa Iraqê gef li Îranê werin xwarin
Êraq 04:59 PM - 2026-07-23
Ragihandina Serokwezîrê Iraqê
Danustandinên Iraq û Îranê li Tehranê
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî li Tehranê, daxwaza xurtbûna
peywendiyên bi Îranê re kir û banga veberhênanên hevpar di warên cuda de kir.
Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê nivîsgeha ragihandinê ya
serokwezîr ve hatiye belavkirin, "Îro Pêncşemê, Serokwezîr Elî Falih Zeydî
serokatiya şanda Iraqê kir di hevdîtinên hevpar de li gel aliyê Îranî ku ji
aliyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan ve dihat nûnertîkirin, di hevdîtinê de
her du aliyan çend pirsên hevberjewendî gotûbêj kirin, ji wan jî diyarkirina
mekanîzmayekê ji bo karê Komîsyona Aborî ya Iraq û Îranê ya hevbeş."
Li gorî daxuyaniyê Elî Zeydî di nav hevdîtinan de tekez kiriye
ku serdana wî ya ji bo Komara Îslamî kûrahiya peywendiyan nîşan dide û nûkirina
wane, û ew wek pira hezkirinê di navbera her du gelan de ye. Her wiha balkişand
li ser hevkariya ku her du welatan di warê olî, şaristanî, erdnîgarî û çandî de
digihîne hev e.
Zeydî diyar jî kiriye ku, ew serdan ji bo gotûbêjkirina
mijarên peywendîdar bi her du welatan û herêmê ve ye, û tekez kir ku, "Ewlehiya
me hevpare û em rê nadin tu gef li ser Îranê ji axa Iraqê ve destpê
bikin." Her wiha helwesta Îranê di piştgirîkirina Iraqê de di dema şerê
dijî rêxistina terorîst a DAİŞ'ê de bi bîr anî û bilind nirxand û banga veberhênanên
hevpar di warên cuda de kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokkomarê Îranê spasiya helwesta rumet a gelê
Iraqê kir di veguhastin û merasîma xatirxwestina ji cenazeyê rehmetî Elî
Xameneyî de. Her wiha balkişand li ser kûrahiya tiştên hevpar di navbera her du
gelan de û tekez kir ku îstiqrara ewlehiyê gelekî girîng e û bandoreke erênî li
ser rastiya geşepêdana dualî dike, û balkişand ku derfetên girîng ên veberhênana
hevpar di navbera her du welatan de hene.
Îmzakirina çend peyman û yadeştên hevtêgihiştinêÎro li paytext Tehranê, bi serperştiya Serokê Encumena Wezîran Elî Falih Zeydî û Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan, merasîma îmzakirina çar peymanname û yadeşten hevtêgihiştinê di warên cûda de hat lidarxistin, armanca van peymanan xurtkirina hevkariya dualî û hevbeşiya di navbera her du welatên cîran de ye, ku ev in:
1- Peymannameya veguhastin û barkirina navneteweyî ya bejahî ji bo kelûpelan.
2- Yadeşta hevtêgihiştinê ya dirêjkirina xeta hesin ya trênê ji Kirmaşan - Xusrewî - Xaneqîn - Bexda.
3- Yadeşta hevtêgihiştinê ya destxuşkiya di navbera Şaredariya Bexdayê û Şaredariya Tehranê de.
4- Yadeşta hevtêgihiştinê di warê rêveberiya hikûmetê û perwerdekirina çavkaniyên mirovî de.
Ji aliyê Îraqê ve, her yek ji Wezîrên Derve, Kehreba, Darayî û Plandanînê bi wekalet ev peymanname û yadeşten hevtêgihiştinê îmza kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

