Konsolxaneya Giştî ya Amerîka pîrozbahî li xwendekarên Helebceyê kir

Kurdistan 04:35 PM - 2026-07-23
Wêneyekî Merasîmê Ragihandina Konsolxaneya Amerîkayê

Wêneyekî Merasîmê

Helebce

Konsolxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, pîrozbahî li xwendekarên behremend û jêhatî yên bajarê Helebceyê kir, bi boneya derçûna wan di bernameya navdar a Amerîkî de ku bi navê "Access ji bo Zimanê Îngilîzî" (English Access Microscholarship Program) tê nasîn.

Ev bernameya ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve piştgiriya darayî lê tê kirin, xwendekarên temen 13 heta 18 salî bi bingeheke xurt a zimanê Îngilîzî bihêz dike. Di heman demê de geşê dide karîna serkirdayetîkirinê, pêşketina kesayetî û xizmeta civakê, û bi vê yekê dibe palpiştek ji bo nifşê paşerojê yê serkirdeyên ciwan li seranserê Herêma Kurdistanê.

Konsolxaneya Giştî ya Amerîkayê diyar jî kiriye û gotiye: Ev xwendekarên derçû dê bibin berdewamkerên giyanê 250 salî yên dîroka Amerîkayê û hevkarî û xebata hevbeş a cîhanî, em pîrozbahiyê li vê destkefta mezin li we dikin û bi kelecanî ve li qonaxên vê rêwîtiya jiyanê dinêrin ku ka dê we bibe ku derê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket