Parlamenterê Iraqê Hesen Xefacî bi du salan hat sizadan

Êraq 04:23 PM - 2026-07-23
Logoya Desteya Destpakiyê PUKMEDIA

Logoya Desteya Destpakiyê

Êraq

Desteya Destpakiya Iraqê ragihand: Dadgehê sizayê du salên girtîgehê li ser endamê Encumena Nûneran a Iraqê (Hesen Xefacî) birî, bi sedema têkildariya wî di dosyeya birina 500 hezar dolaran û daxwazkirina beşekê ji projeyeke nîştecîbûnê.

Desteya Destpakiya Iraqê, îro Pêncşemê 23yê 7ê 2026an, di daxuyaniyekê de ragihand: Dadgeha taybet bi tawanên berengarbûna gendeliyê siza li ser Hesen Xefacî, endamê Encumena Nûnerên Iraqê birî, bi sedema ku rabûye bi sizakirin û seranesendinê ji gilîkar (Mustefa Fe'l Miştet) û daxwaza 500 hezar dolaran jê kiriye.

Desteyê ew yek jî aşkere kiriye ku: Navhatî daxwaza tomarkirina rêjeya 40% ji projeya nîştecîbûnê ya Hewrayî Bexdad, kiriye bo berjewendiya xwe li ser navê yek ji karmendên nivîsgeha xwe.

Desteya destpakiyê got jî: Piştî pêdaçûna bi belgeyan, dadgehê li gorî madeyên destûrê (452/1) ji yasaya sizadanê ya Iraqî, biryara girtina bo demê du salan li ser parlamenter Hesan Xefacî, sepandiye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket