Ebodî:Serokwezîr sibê serdana Îranê dike

Êraq 03:14 PM - 2026-07-22
Heyder El-Ebodî, Berdevkê Hikûmeta Îraqê Wah

Heyder El-Ebodî, Berdevkê Hikûmeta Îraqê

Berdevkê hikûmeta Îraqê ragihand ku Serokwezîr, Elî Zeyedî, dê sibe serdana Îranê bike û mijara gazê dê bibe tewera sereke ya civînên wî digel berpirsên wî welatî her weha  aşkere kir ku ew ê di dawiya vê mehê de dê serdana Turkiye jî bike.

Heyder El Ebodî, berdevkê hikûmeta Îraqê, di konfêranseke rojnamevaniyê de ragihand ku Zeydî, bi hevrêtiya şandeyeke wezîran, li ser vexwendineke fermî ya Serokomarê Îranê serdana dê Tehranê bike.

Derbarê ew babetên ku Zeydî dê behs dike, Ebodî got: Pirsa gazê divê yek ji wan tewreên di bin gotûbêjê de be û dê li gorî berjewendiyên welêt were gotûbêjkirin.

Her weha got: Serokwezîrê Îraqê dê di dawiya vê mehê de serdana Turkiye bike, û pirsa avê dê bibe tewera sereke ya serdana wî.

Di dawiyê de, Heyder Ebodî, berdevkê hikûmeta Îraqê, dubare kir: ku divê hikûmet têkoşîna li dijî gendeliyê bidomîne; di vî warî de, kes ji berpirsiyariyê ne azad e. her weha divê çek tenê di destê dewletê de bimînin, û ev pirs bi temamî navxweyî ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket