Lêçûna kampîna leşkerî ya Amerîkayê ya li ser Îranê 37 bilyon dolar derbas kir

Cîhan 11:03 AM - 2026-07-22
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê PUKMEDIA

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ragihand: Lêçûna kempîna leşkerî ya Amerîkayê ya heta niha nêzîkî 37.5 bilyon dolare. Ev jî di demekê de ye ku Wezareta Parastinê (Pentagon) ji ber zêdebûna hûrbînî û çavdêriya siyasî ya Kongirêsê, bi lez daxwaza budceyeke zêdetir bo wê pevçûnê dike.

Li gorî gotina Pît Hêgsêt, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, ev hejmar hemû wan mîqdarên pereyan jî digire ku heta niha di operasyonên leşkerî de hatine xerckirin.
Ev jî di demekê de ye ku Pêntagonê hûrgiliyên xerciyan zelal nekirine û berpirsiyaran jî li serê mikur hatine ku hên ronî nîne ka amara giştî bi temamî çawa hatiye hesabkirin.
Herwiha ji destpêka vê salê ve, çavkaniyên agahdar di texmînkirina xerciyan de eşkere kirin ku tenê şeş rojên yekem ên pevçûnê bi kêmî ve 11.3 bilyon dolar têçûna wê bûye, ku ev jî belgeya bilindbûna lezgîn a xerciyên leşkerî ye.

Meha borî rêveberiya Donald Trump Serokê Amerîkayê, daxwaza nêzîkî 90 bilyon dolar budceya zêde kiribû ku beşeke zêde ya wê bo pevçûna Îranê hatibû veqetandin. Di heman demê de Pêntagon daxwaza nêzîkî 67 bilyon dolar dike bo berdewamiya operasyonên leşkerî yên berdewam.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket