Trump: Waşinton êrîşên li ser Îranê bi dawî nekirine û Tehran êrîşan zêde dike

Cîhan 10:17 AM - 2026-07-22
Amerîka û Îranê PUKMEDIA

Amerîka û Îranê

Amerîka Îran

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîkayê hîn êrîşên xwe yên li ser Îranê bi dawî neanîne, di wê navberê de Tehranê jî êrîşên xwe yên li ser baregehên Amerîkayê yên li welatên navçeyê zêdetir kirine.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku Amerîkayê roja Sêşemê bo "şeva yanzdehemîn li ser hev" pêleke nû ya êrîşan li ser Îranê encam daye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) got ku êrîşên ku dest pê kirine "bi mebesta domandina lawazkirina şiyanên leşkerî yên Îranê ne, yên ku ji bo êrîşkirina ser keştiyên bazirganî li tengava Hurmuzê têne bikaranîn.

Odeya operasyonan a navendî ya hêzên Îranê bertek nîşan da û got eger ev gef werin bicihanîn, Îran dê li dijî hemû berjewendiyên Amerîkayê û yên hevpeymanên wê yên li Rojhilata Navîn bixe. Serokê Trump got eger niha em rawestin jî 20 sal gerekin ku Îranê ji nûh ve were avakirin piştî vê serî, lê niha em dest ji vê şerî bernadin.
Daxuyaniyên wî piştî wê hatin ku duh roja Sêşemê ku xaka ku her yek ji Kuwêt, Behreyn û Urdunê rastî êrîşên nû hatin.
Pakistanê ku di mehên borî de di navbera Amerîka û Tehranê de rola navbeynkariyê lîstiye, di dema nebûna tu asoyeke cidî bo çareseriyek daxwaza xwe ya ji bo xweragirtinê nû kir.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket