Pêşniyara agirbesta 10 rojî bo Îran û Amerîkayê tê kirin

Cîhan 05:09 PM - 2026-07-21
Danûstandinên Amerîka û Îranê Arabiye

Danûstandinên Amerîka û Îranê

Amerîka Îran

Welatên navbeyniyê di navbera Amerîka û Îranê de dikin, pêşniyarê bo Amerîka û Îranê dikin ku bo demê 10 rojan agirbestê ragihînin û Gewriya Hurmizê jî bê vekirin, amanca ji pêşniyarê jî bo destpêkirina ji nû ve danûstandinên aştiyê ye.

Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê, berpirsên pilebilind yên Îranê eşkere kirine ku pêşniyarek gihîştiye destê wan, ku tê de daxwaz hatiye kirin ku bo demê 10 rojan agirbestekê di navbera Îran û Amerîkayê de bê ragihandin.

Du çavkaniyên agahdar ji hewldanên navbênkariyê ragihandin ku Qeter, Misir û Pakistanê pêşniyar pêşkêşî Amerîka û Îranê kirine.

Hevdem, peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî, tevî ku gihîştina pêşniyarê piştrast kir, ragihand: Îran di yek dem de bersiva êrişan dide û hewldana dîplomasî jî bo rawestandina şer berdewam e.

Li gorî pêşniyara agirbestê, di wî demî de şer raweste û Gewriya Hurmizê jî bi temamî vekirî be.

Girêdayî bi helwesta Amerîkayê ve, berpirsên Amerîkayê ragihandine ku îdareya Trump di niha de mijûlî nirxandina pêşniyara welatên navbênkarin, her wiha Îsraîlê jî hand ide ku xwe ji encamdana êrişan bo ser Îranê dûr bixe.

Ev jî di demekê de ye ku Amerîka û Îran di 11.04.2026an de, li Pakistanê bo cara yekê dest bi danûstandinên aştiyê yên di navbera xwe de kirin, lê bo roja paştre têkçûna danûstandinên xwe ragihandin.

Piştre jî çendîn gerên danûstandinan berdewam bûn, heta ku di 22.06.2026an de, li Swîsreyê yadaşta têkgehiştinê îmza kirin, lê di 08.07.2026an de, careke din, alozî û şer di navbera herdû welatan de destpê kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket