Serokomar: Bihêzkirina jinan bingeha xebata avakirina dewletê ye
Êraq 02:09 PM - 2026-07-21
Ragihandina Serokomar
Serokomar û Şanda Tîma Jinan
Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî îro Sêşemê 21/7/2026 li koşka
Selam li Bexdayê pêşwazî li şanda Tîma Neteweyî ya Jinan a Iraqî bi serokatiya
Xanim Difaf Sabit Al-Jerrah kir.
Di vê civînê de behsa rewşa jinên Iraqî û awayê xurtkirina rola
wan di jiyana giştî de hat kirin , serokomar tekez kir ku; bihêzkirina jinan
bingeha avakirina dewletê û pêkanîna geşedanên berdewame.
Her weha serokomar bal kişand ser giringiya beşdarîkirina
berfereh a jinan di çêkirina biryarê de û piştevanîkirina destpêşxeriyên ji bo
pêşxistina şiyanên wane li gorî destûrê û pabendbûnên niştimanî û navneteweyî di warê parastina mafên jinan.
Nizar Amêdî da zanîn ku, jina Iraqî qurbaniyên mezin di
xizmeta welat de daye û ev yek jî dihêle ku jîngehek yasayî û sazûmanî were
afirandin ku piştevaniya şiyanên wan bike û sûd ji ezmûnên wan were girtin di
xebata reform û geşedanê de.
Ji aliyê xwe ve, Rêvebera Tîmê Xanim Difaf Sabit Al-Jerrah
kurteyek li ser pirojeyên tîmê yên di warê parastina civakî û geşepêdana
şiyanên jinan de pêşkêş kir û spasiya piştevaniya berdewam a Serokomariyê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

