Turkiye hêzên xwe gav bi gav ji Efrînê vedikşîne

Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-21
Dîmenek bargeha serbazî ya Artêşa Turkiye li gundewarê Efrînê Medya

Dîmenek bargeha serbazî ya Artêşa Turkiye li gundewarê Efrînê

Rojavayê Kurdistanê

Turkiye hêzên xwe gav bi gav ji gundewarê bajarê Efrînê vedikşîne û daxwaz ji akinciyên kurd dike ku vegerin ser mal û milkên xwe.

Di wê derbarê de; Ibrahîm Şêxo,Çalakvanê Mafên Mirovan ragihand ku,Artêşa Turkiyê xwe ji bo vekişîneke tam ji baregeha xwe ya leşkerî ya li navçeya Raco amade dike û gundiyan agahdar kirine ku ew dikarin vegerin ser malên xwe.

Li gorî çavkaniyên ji nav gundê El-Cebaliya (Çiyê) yê li navçeya Raco ya gundewarê Efrînê, artêşa Turkiyê dest bi pêngavên destpêkê kiriye ji bo vekişîna tam û valakirina baregeha xwe ya leşkerî ya li wî gundî.

Heman çavkaniyan aşkere kiriye ku, ji gundiyan re hatiye gotin ku ew dikarin hema ku vekişîn bi dawî bibe, vegerin ser mal û milkên xwe, ev jî pêngaveke wisa ye ku piştî salên dagirkeriyê û qedexeya li ser niştecihan ya ji bo ketina gund,dikare rê li ber bidawîbûna hebûna leşkerî ya li gund veke.

Çavkaniyan her wiha diyar kirine ku ji niştecihan re hatiye hatiye gotin:Ew dikarin ji îro, Sêşemê 21ê Tîrmehê dest pê bikin û vegerin malên xwe.

Ev vekişîn cara yekem e ku hêzên Turkiyê ji dema ku di 18ê Adara 2018an de bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe ve, gundekî li herêma Efrînê vala dikin,ji wê demê ve, rê li ber şêniyên gund hatiye girtin ku vegerin malên xwe, û ev vegera plankirî piştî salên koçberiyê dibe qonaxeke girîng.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket