Asayîşa Herêmê çar bazirganên madeyên hişbir destgîr dikin

Kurdistan 10:06 PM - 2026-07-20
Girtina Tawanbaran PUKMEDIA

Girtina Tawanbaran

Asayîş

Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê di du çalakiyan de, karî li sînorê bajarê Silêmaniyê dest deyne ser miqdara (25) bîst û pênc hezar hebên hişbir û (21) kîlogram madeyên hişbir ji cureyê amfetamîn (krîstal).

– Çalakiya yekem: Di roja 18/7/2026an de piştî dûvdeçûn û encamdana lêkolîneke hûr, du bazirganên madeyên hişbir li bajarê Silêmaniyê hatin girtin û dest hate danîn ser miqdara (25) bîst û pênc hezar hebên hişbir ku bi awayekî qaçax bi mebesta firotinê anîbûn bajarê Silêmaniyê.

– Çalakiya duyem: Di roja 19/7/2026an de Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê bi hevahengiya Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê piştî dûvdeçûn û encamdana lêkolîneke hûr karîn du bazirganên keresteyên hişbir bigirin û dest deynin ser miqdara (21) kîlogram madeyên hişbir ji cureyê amfetamîn (krîstal) ya hişk û şil.

Lê vê gavê tawanbar li gorî madeya 25 ji yasaya madeyên hişbir û kartêkerên hişî jimare 1 ya sala 2020an hatine girtin û lêkolîn di dosyayên wan de berdewam e.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket