Aloziyên Rojhilata Navîn bihayê petrolê bilind kir û ya Zêr jî daxist

Kurdistan 11:18 AM - 2026-07-20
Dolar û Petrol û Zêr PUKMEDIA

Dolar û Petrol û Zêr

Îro, bihayê petrolê bi awayekî berbiçav bilind bû, bihayên petrolê ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn bi awayekî tund bilind bûn, ku ev yek fikarên derbarê dabînkirina wuzeya cîhanî de zêde kir, di heman demê de bihayên Zêr daketin û bazarên diravî hişyariya veberhêneran ya zêdebûyî nîşan dan.

Rêjeya petrolê ya xam ya Brêntê bi rêjeya 3.05%, ango 2.69 dolar, bilind bû û gihîşt 90.79 dolaran  ji bo her bermîlekê, ku ev asta wê ya herî bilind e ji 11ê Hezîranê ve.

Rêjeya petrolê ya xav ta navîn a Teksasa Rojava ya Amerîka (WTI) jî ji sedî 2.65 zêde bû û gihîşt 84.68 dolaran ji bo her bermîlekê, ku ev asta wê ya herî bilind e ji 12ê Hezîranê ve, û hefteya borî %15.5 bilindbûnek tomar kir, ku ev zêdebûna herî mezin ya heftane ye ji destpêka Adarê ve.

Berevajî vê, bihayê Zêr piştî ku roja Înê gihîştibû asta xwe ya herî nizm a du hefteyan, bi rêjeya 0.4% daket û bû 4,000.55 dolaran ji bo her Onseyekê.

Di heman demê de, çalakiya şandina keştiyan li Tengava Hormuzê kêm bû, û daneyên ji Borsaya Londonê nîşan dan ku roja Yekşemê, çar keştiyên bazarê di vê riya avê ya stratejîk re derbaz bûn,li gorî heşt keştiyên roja berê,hejmar her wiha nîşan dan ku ji roja Înê ve,herî kêm sê tankerên petrolê yên paqijkirî û yek keştiyeke pir mezin ya hilgira xam (VLCC) ji bo barkirina petrola xav ketine kendavê.

Tevgerên dawî yên bazarê fikarên weberhêneran derxistin pêş ku her tûjbûneke din ya aloziyên herêmî dikare dabînkirina wuzeya cîhanî têk bide û di bazarên kelûpelan de bibe sedema bê aramiyê li bazarên darayî.

Nirxê 100 dolarên Amerîkî îro li Herêma Kurdistanê 151,500 Dînarên Îraqî ye.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket