Kompaniya Samsung bi sedan derfetên kar li Amerîka kêm dike

Cîhan 04:46 PM - 2026-07-19
Logoya Kompaniya Samsung Reuters

Logoya Kompaniya Samsung

Cîhanî

Kompaniya Samsung Electronicsê di çarçoveya pilana ji nûve birêkxistina kar û veguhestina navenda operasyonên xwe yên Amerîkî yên taybet bi elektronîkên mezêxer bo eyaleta Texasê, bi sedan derfetên kar di operasyonên xwe yên li Amerîka kêm kirin.

Li gorî nûçeyek Ajansa Reutersê ku îro Yekşemê dîyar kir ku kompaniya Koreya Başûr ragihand ku ji ber veguhestina navenda serekî ya kompaniya Samsung Electronicsê ji bo eyaleta Texasê, 739 derfetên kar di ofîsa wê ya li bajarê Englewood Cliffsê li eyaleta New Jerseyê ketine ber bandora biryarê. 

Kompaniyê zelal kir ku ev gav tenê bi kerta elektronîkên mezêxer ve sînordar e û karên nîvragihîneran (semiconductors) li xwe nagire.

Heman çavkaniyê bal kişand ser wê yekê jî ku nêzîkî 100 karmendên din yên di ofîsa kompanyê de ya li bajarê Planoyê li eyaleta Texasê jî li ber proseyên kêmkirina derfetên kar ketine, ku di nav wan de xebatkarên kerta telefonên mobîl jî hene.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket