Pakistan bang dike ku pabendî yadeştnameya Îslam Abadê bin
Cîhan 11:19 AM - 2026-07-19
PUKMEDIA
Îran û Amerîka
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq
Dar tekezî li ser girîngiya pabendbûn bi sozên agirbestê ku di yadeştnameya
Îslam Abadê de hatiye kir, bang kir ku ji her gavakê ku rageşiyê zêde dike dûr
bikevin.
Îshaq Dar teKezî li ser hewcedariya lezgîn a kêmkirina
rageşiyê kir û daxwaza rêzgirtina li serwerî û parastina axa dewletan kir, her
wiha destnîşan kir ku parastina aştî û ewlehiya herêmî divê wekî pêşengiya
sereke bimîne.
Ev daxuyaniyan di demekê de tên ku Îranê ragihand ku wê
xebatên ku di yadeştnameyê hatiye îmzekirin de rawestîne, û Waşinton bi
binpêkirina sozên xwe tawanbar kiriye. Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim
Xerîb Abadî got ku welatê wî di danûstandinan de bû bi Amerîkayê dema ku Waşinton
dest bi kiryarên leşkerî kir, li gorî gotina wî .
Ev biryara Îranê derbeyeke nû ye li wan jihevtêgihîştinên ku
bi navbeynkariya Pakistanê pêk hatibûn, ku armanca wan rawestandina operasyonên
leşkerî û amadekirina mercan ji bo lihevkirineke berfireh di navbera Waşinton û
Tehranê de bû. Yadeştmanyê bi hewildanên çespandina aramiyê û ji nû ve vekirina
Tengava Hurmizê ji bo keştivaniya navdewletî ve girêdayî bû.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê "CENTCOM" Yekşemê ragihand ku gereke
nû ya êrîşên esmanî yên li dijî Îranê di 18'ê Tîrmehê de li ser rênimayên
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi dawî bûye, û got hêzên CENTCOM'ê bi serkeftî
xalên çavdêriyê yên deryayî û dezgehên parastina esmanî yên ser bi artêşa Îranê
ve, li gel şiyanên deryayî û cihên embarkirina mûşek û dron kirin armanc, ku ev
yek di çarçoveya hewildanên wê yên berdewam de ye ji bo lawazkirina şiyanên
leşkerî yên Îranê.
Medyaya Îranê ragihand ku dengê teqînan li bajarên Bender
Ebas, Qeşm û Bender Lence hatiye bihîstin, li gel armancgirtina deverên nêzîkî
bajarên Sîrîk û Hacî Abad li başûrê welat, bêyî ku ti daxuyaniyeke fermî li ser
qebareya ziyanên canî an madî bê dayîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

