Mezlûm Ebdî: Em li Sûriyeyê dikevin qonaxek nû

Kurdistan 09:41 PM - 2026-07-18
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî PUKMEDIA

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî

Rojavayê Kurdistanê Mezlum Ebdî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ragihand ku, ew li Sûriyeyê dikevin qonaxek nû, saziyên leşkerî û îdarî, di nav de HSD û Rêveberiya Xweser dibe ku guhertinan bibînin.

Bi boneya salvegera 14`mîn a şoreşa 19ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, ji radyoya Rojava re axivî û got: Ev roj di dîroka Sûriyeyê û hemû pêkhateyn wê de bûyerek girîng bû, îro em dikevin qonaxek nû, saziyên leşkerî û îdarî, di nav de HSD û Rêveberiya Xweser, dibe ku guhertinan bibînin.

Mezlûm Ebdî got: Destkeftiyên Şoreşa 19ê Tîrmehê niha bi şoreşa Sûriyeyê re dibe yek, ev jî ya hemû gelê Sûriyeyê ye û em îro di Sûriyeya nû de dijîn ku encama têkoşîna hemû Sûriyeyane, tevî gelê Kurd û pêkhateyên cûda yên ku di nav refên HSDê û Rêveberiya Xweser de têkoşîn kirin.

Ebdî, aşkere jî kir ku: Berxwedana li dijî DAIŞê, bi taybetî berxwedana dîrokî ya li bajarê Kobanê, şoreşa Rojava di asta herêmî, Kurdistanî û navneteweyî de ber bi qonaxek nû ve bir. Li Kobanê, Pêşmerge û Şervan bi gelên herêmê re di sekna li hember terorê de bûn yek, û berxwedanek dîrokî nîşan dan û biserketin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket