Serokkomar:Armanckirina axa Îraqê nayê pesendkirin

Êraq 03:16 PM - 2026-07-18
Nîzar Amêdî, Serokkomara Îraqê Nivîsingeha Ragihandina Serokatiya Komarê

Nîzar Amêdî, Serokkomara Îraqê

Nîzar Amêdî, Serokkomarê Îraqê, êrîşên li ser Hewlêr û Silêmaniyê şermezar dike û tekez dike ku armanckirina axa Îraqê bi her navî tê redkirin û binpêkirina serweriya Îraqê ye.

Serokkomarê Îraqê, di daxuyaniyekê de ku li ser parvekirinekê de li ser platforma X, nivîsiye:Em êrîşên ku hem li ser Hewlêr û Silêmaniyê hatine kirin şermezar dikin, û em tekez dikin ku bi hedefgirtina axa Îraqê,bi her navî yan behaneiyê be, ev binpêkirina serweriya Îraqê ye û nayê pesendkirin,her wiha gefek e li ser ewlehî û aramiya welatiyên wê.

Serokkomar dubare dike ku Îraq red dike bibe qada pevçûnan yan jî qadek ji bo yekalîkirina nakokiyên herêmî;her wiha ew pabendiya xwe ya ji bo têkiliyên xwe yên li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û cîrantiya baş, ji nû ve piştrast dike,bi awayekî ku serweriya dewletan bê parastin û gelên herêmê ji alozî û bê aramiyeke zêdetir dûr bên girtin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket