Tabloyeke kevin a şaredariya Qamîşlo dîrokeke nû ya bajêr vedibêje
Hevpeyvîn 03:37 PM - 2026-07-16
KNWE
Avahiya Şaredariya Qamişlo
Di dema nûjenkirina avahiya şaredariya kevin a li Qamîşloyê
de, tabloyeke dîrokî ya ku dîroka wê vedigere sala 1935an li pişt tabela
şaredariyê, ku bi Erebî û Fransî MAIRE hatiye nivîsandin, hat dîtin.
Ev tabloy ji bo niştecihên bajêr xwedî girîngiyeke dîrokî ya
taybetî ye ji ber ku ew serdemeke girîng di dîroka bajêr de di serdema
kolonyalîzma Fransî de ronî dike. Nav di wê demê de di belgeyên fermî û
avahiyên hikûmetê de dihat bikar anîn, bi taybetî dîroka damezrandina bajêr ji
aliyê Fransiyan ve û rola wan di geşepêdana bajêr de.
Rayedarên wê demê yên Fransî li Rojavayê Kurdistanê
endezyarekî Yewnanî anîn da ku plana damezrandin û avakirina bajarê Qamîşloyê
di sala 1926an de bicîh bîne, paşê şaredariya Qamîşloyê di sala 1927an de û di
destpêka damezrandina Komara Sûriyeyê de hat damezrandin.
Ev tablo belgeyeke dîrokî ye ji bo avakirina avahiya
şaredariyê li Qamîşloyê di sala 1935an de, ku bi dagirkirina Fransa ya Sûriye û
Rojavayê Kurdistanê re hevdem bû. Dîtina tabloyê belgeyeke hêja ye û
agahdariyên nû li dîroka bajêr zêde dike. Ev qonaxeke girîng e di pêşveçûna
îdarî ya Qamîşloyê de.
Di vê derbarê Hevşaredara Şaredariya Qamîşlo (Berîvan Omar),
ji Kurdistanî Nwê re axivî û got: Ev Tablo li ser avahiya şaredariya kevin a
Qamîşloyê berî çend salan hatibû dîtin, nemaze piştî vekişîna karmend û artêşa
rejîma berê ya Sûriyeyê ji deverên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê di sala 2011an
de, lê tabelayeke nû hatibû danîn û beşekî din lê tê zêdekirin bi wan guherînan
tablo derket holê.
Berîvan Omar got: Ev tabloy li muzexaneyeke taybet li
Qamîşloyê tê parastin ji ber ku ew beşek ji dîroka bajarê me ye û em ê wê
biparêzin. Tablo vedigere sala 1935an, ku bi sala avakirina avahiya şaredariya
Qamîşloyê re hevaheng e. Ew li pêşiya avahiyê ma, lê niha em ji bo şaredariya
Qamîşloyê avahiyek nû ava dikin.
Bajarê Qamîşlo li bakur-rojhilatê Sûriyeyê li Rojavayê
Kurdistanê ye, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê, bi qasî 100 metreyan dûrî taxa
berê ya Nsebînê ye, bajar wekî navendeke girîng a veguhastina navxweyî û
navneteweyî kar dike, nemaze ji ber ku li ser rêya trênê ya bilez a rojhilat
cih digire.
Di sala 1926an de, rayedarên Fransî pêşniyar kirin ku erdê
li Qamîşloyê bêpere li kesên ku dikarin xanî an dikanan ava bikin were
belavkirin. Ev fikir zû hate pejirandin û bû sedema koçberiya mirovan ji Nsebîn
û Merdîn û deverên derdorê, her weha ji Heleb û bajar û gundên din ên kurdnişîn
û Suryaniyan Sûriyeyê hatin Qamîşloyê.
Vedîtina tabloyek kevirî ya kevin li ser avahiya şaredariya
Qamîşloyê ya kevin piştî rakirina tabloya nû, wekî delîlek berbiçav a dîroka
mîmarî ya avahiyê, vedigere nêzîkî 90 sal berê, û navê kevin ê bajêr belge dike
ku dibe ku di wê demê de hatibe bikar anîn.
Qamişlo mîna baxçeyek gulberojan e, bedewî û dilovaniya wê
qet kêm nabe. Pirrengiya çandî û mirovên wê yên dilovan Qamîşlo kirine bajarê
evînê û paytexta siyasî û çandî ya Rojavayê Kurdistanê. Qamîşlo wekî navenda
rewşenbîr, helbestvan û hunermendan tê hesibandin, hêmaya pêkvejiyanê û resenatiye, Qamişlo bi malbenda
rewşenbîran, Helbestvan û hunermendan tê zanîn.
Piştî dagirkirina herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ji
aliyê Fransayê ve di salên 1920an de, xwestekeke Fransayê hebû ku mafên Kurdan
di nav Sûriyeyê de bicîh bîne, ji ber vê yekê wan li ser damezrandina bajarê
Qamîşlo li nêzîkî bajarê dîrokî Nesebînê fikirîn û ew li cihekî stratejîk bû.
Heta sala 1956an, sînorê di navbera Qamîşlo û Nsebînê de îstasyoneke trênê bû.
Welatiyên serxet û binxetê bi azadî di navbera her du bajaran de diçûn û
dihatin.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

