Hinardekirina petrola Îraqê zêde bûye

Êraq 10:27 PM - 2026-07-15
Hinardekirina petrola Îraqê Wah

Hinardekirina petrola Îraqê

Kompaniya Bazirganiya Petrolê ya Îraqê (SOMO) aşkere kir ku, hinardekirina petrolê ji bendergehên Besra û Ceyhanê meha borî sê qat zêde bûye.

Li gorî daneyên SOMOyê, di meha Hezîranê de hinardekirina petrolê ji bendergehên Besrayê gihîştiye nêzîkî 870 hezar bermîlan di rojê de, ku sê qat ji meha Gulanê zêdetir e.

SOMO aşkere kir ku di meha Hezîranê de, navînî hinardekirina petrola xav ya Îraqê bi riya bendera Turkiyê gihîştiye nêzîkî 230 hezar bermîlan di rojekê de.

Ev yek di demekê de ye ku, berhemanîna giştî ya petrola xav ya Îraqê di meha Sibatê de gihîştibû 4.22 milyon bermîl di rojekê de, lê piştî xirabûna rewşa herêmê û girtina Tengava Hurmuzê, hilberîna giştî ya welêt ji Adarê heya Hezîranê daket bin du milyon bermîlan di rojekê de.

PUKMEDIA






zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket