Serokwezîrê Îraqê: Gelê me sala bê wê encamên karên me bibînin

Êraq 10:34 AM - 2026-07-15
serokwezîr û Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîr

serokwezîr û Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê

Serokwezîrê Îraqê li Washingtonê pêşwazî li Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê kir û ragihand: Me dest bi çaksazî û rûbirûbûna gendeliyê kiriye. Herwiha dibêje: Îraqî dê sala bê encamên karên me bibînin.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, li Waşîntonê pêşwazî li Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Skot Bêsintkir û ragihand: Îraq îro di qonaxeke cuda de ye ku dixwaze dewleteke xwedan serwerî û bihêz ava bike, bi vî rengî ku gendelî tê de nebe û çek tenê di destê dewletê de be.

Serokwezîrê Îraqê herwiha eşkere kir: Sala bê, Îraqî dê encamên karên me bibînin ku dê di gelek sektoran de pêşveçûneke mezin bi xwe re bîne.
Her di civînê de, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê piştgiriya welatê xwe ji bo Serokwezîrê Îraqê dupat kir û ragihand: Peywendiyên di navbera her du welatan de ji hevkariya serbazî ber bi hevkariya darayî û veberhênanê ve diçin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket