Bermîleke petrola birênt di ser 85 dolarî re ye

Aborî 10:21 AM - 2026-07-15
petrol PUKMEDIA

petrol

Nirxê petrolê li bazarên cîhanê di bilindbûneke berdewam de ye, bi vî awayî bermîleke petrola Brênt bi85 dolaran tê firotin û nirxê petrola Teksasê jî bi rêjeyeke berçav bilind bûye.

Îro 15ê Tîrmeha 2026an, nirxê petrola bilind bû. Li gorî malpera OIL PRICE bermîleke petrola Brênt 60 sentên din jî bilind bû û bi 85 dolar û 33 sentan bazar pê re tê kirin.
Di heman demê de, petrola Teksasê jî di bilindbûneke berdewam de ye û bermîleke vê neftê jî bi 79 dolar û 70 sentan tê firotin.

Pispor sedema bilindbûna nirxê petrolê vedigerînin ser alozî û şerê navbera Amerîka û Îranê. Her du welatan di 17ê Hezîrana îsal de, gava yadeştnameyeke lihevkirinê ji bo dawîanîna bi şer îmze kirin, nirxê petrolê ji ber vê yekê daketibû, lê di nava van çend rojan de, şer û aloziyên navbera her du welatan bûn sedem ku nirxê petrolê careke din ber bi bilindbûnê ve biçe.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket